Ciwanên Efrînê êrîşên PDK’ê li ser gerîla şermezarkirin
Tevgera Ciwanên şoreşger ya Herêma Efrînê li Şehbayê êrîşên PDK’Ê li ser qadên gerîla bi meşekê şermezarkirin.
Tevgera Ciwanên şoreşger ya Herêma Efrînê li Şehbayê êrîşên PDK’Ê li ser qadên gerîla bi meşekê şermezarkirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Efrînê li navçeya Fafînê ya herêma Şehbayê ji bo şermezarkirina êrîşên provakatîf ên PDK’ê ya li ser qadên gerîla ji pêşiya Meclîsa Kantona Şehba bi diruşmeya ‘Bimire îxaneta KDP, bijî berxwedana gerîla’ ber bi dibistana ajotinê ve meşiyan.
Li dibistana ajotinê piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Roliyan Miho daxuyanî da.
Miho anî ziman ku valaderxitina mudaxeleya hêzên kapitalîst û hegemonîk li Rojhilata Navîn, parastina nirx û prensîbên şoreşgerî ya li cîhanê; pêşengtiya projeyên demokrasî û parastina mirovahiyê armanc û stratejiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera Azadiya Kurd e.