Dewleta Tirk a dagirker hîn jî li dijî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer dike. Yek ji van sûcan jî birîna avê li ser herêmê ye, ku av weke çekê li dijî gelên herêmê tê bikaranîn.
Dewleta Tirk piştî ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de dest bi êrişên dagirkeriyê li ser Girê Spî û Serêkaniyê kir, dest danî ser Stasyona Avê ya Elokê. Piştre jî av li ser wîlayeta Hesekê birî ku nêzî milyonek û 200 hezar mirov lê ne.
Dewleta Tirk ku avê li dijî gelên herêmê weke çekekê bi kar tîne, nêzî 25 roj in ji Stasyona Elokê ya li rojhilatê Serêkaniyê av li ser Hesekê û bejahiya herêmê birî ye.
Ji destpêka dagirkeriyê û vir ve dewleta Tirk gelek caran av li ser herêmê birî. Bi bangên saziyên navneteweyî û navbeynkariya Rûsyayê hin caran hiştibe ku av biherike jî herî dawî 25 roj in av ji nû ve li ser herêmê biriye.
ELEKTRÎKA TÊ ŞANDIN LI STASYONÊ NAYÊ BIKARANÎN
Piştî ku Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin, li dû hevdîtinên navbera Rûsya û dewleta Tirk, bi berdêla ku Rêveberiya Xweser 20 mega amper elektrîkê bide Serêkaniyê û Stasyona Elokê, li hev hatibû kirin ku av li ser herêmê neyê qutkirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî 15 mega amper ji Mebrûkayê, 5 jî ji Dirbêsiyê elektrîk şand herêmê. Lê belê dewleta Tirk û çeteyên wê li şûna ku elektrîkê li Stasyona Elokê bi kar bînin, ji bo ronîkirina bajêr û serdanan bi kar tînin.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker beriya 25 rojan ji nû ve av li ser herêmê birî, li wîlayeta Hesekê, navçe, nehiye û gundên wê nêzî milyonek û 100 hezar mirov, li kampên Hol, Erîşa û Waşokanî jî zêdeyî 100 hezar mirov bêav man.
Rêveberiya Xweser jî di vê dema şewbê de hewl dide bi rêya tankeran pêwîstiya xelkên herêmê ya bi avê tedarik bike.
MILYONEK û 200 HEZAR MIROV BÊAV TÊN HIŞTIN
Hevserokê Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Nîdal Mehmûd têkildarî mijarê bersiv da pirsên ANF'ê û bi bîr xist ku nêzî mîlyonek û 200 hezar mirov li herêmê hene û bêavhiştina van mirovan sûcê şer e.
Mehmûd diyar kir, tevî ku Rêveberiya Xweser elektrîka pêwîst a ji bo stasyonê pêşkêş kiriye jî dewleta Tirk avê dibire û welatên garantorên agirbestê di vê mijarê de gave neavêtine.
'BIRYAREKE SIYASÎ YE'
Mehmûd anî ziman ku wan ev rewş ji welatên garantor Rûsya û DYE'yê, ji Xaça Sor, UNICEF û rayedarên Neteweyên Yekbûyî re ragihandine, lê belê heta niha gavek nehatiye avêtin.
Nîdal Mehmûd di serî de welatên garantor bang li saziyên navneteweyî kir ku li herêmê lêkolînan bikin û got, "Di salên derbasbûyî de yên şer, rewşeke bi heman rengî bi birîna ava li ser Şam û Helebê jî rû da. Wê demê di serî de Neteweyên Yekbûyî saziyên navneteweyî ketin nava liv û tevgerê û pirsgirêk çareser kirin. Lê belê dema ku mijar dibe Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hewldaneke bi heman rengî nayê kirin ku ev yek nîşan dide, biryar siyasî ye."
STASYONA AVÊ YA ELOKÊ
Li wîlayeta Hesekê ku beriya niha ava xwe bi giranî ji Çemê Xabûrê werdigirt, piştî ku dewleta Tirk av li ser çemê Xabûrê birî, sala 2001-2002'an di navbera Serêkaniyê û Dirbêsiyê nêzî 30 bîr hatin kolandin û Stasyona Avê ya Elokê hate avakirin.
Piştî ku Serêkaniyê hate dagirkirin, Stasyona Avê ya Elokê jî ku li herêmeke nêzî sînor e, ketibû destê dewleta Tirk û çeteyên wê.