Şervanên YPG'ê yên Başûrî: Divê PDK nebe amûreke dewleta Tirk
Şervanên YPG'ê gotin, "Dewleta Tirk bi rêya polîtîkayên xwe yên qirêj hewl dide Kurdan bi destê Kurdan bide qirkirin" û nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan.
Şervanên YPG'ê gotin, "Dewleta Tirk bi rêya polîtîkayên xwe yên qirêj hewl dide Kurdan bi destê Kurdan bide qirkirin" û nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan.
Devran Diyana ku dema çeteyên DAÎŞ'ê Serêkaniyê dagir kirin, tevlî nava refên YPG'ê bû, nerazîbûn nîşanî êrişên PDK'ê yên rojên dawî da.
'DIVÊ GELÊ BAŞÛR BÊDENG NEMÎNE'
Diyana got, "Gelê me yê Başûr divê li hemberî polîtîkayên qirêj ên PDK'ê û dewleta Tirk bêdeng nemîne. Hikumeta Barzanî divê bi vê zanibe ku dewleta Tirk mafekî herî biçûk ê xweseriya gelê Kurd tehemûl nake. Mînaka herî dawî ya vê yekê jî referandûma Îlona 2017'an e. Tevî ku Başûrê Kurdistanê li derveyî sînorên dewleta Tirk e, nerazîbûn nîşanî daxwaza referandûmê da.
Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî ciwanên me divê li hemberî van polîtîkayên PDK'ê bêdeng nemînin. Bi taybetî partiyên Goran û YNK'ê yên li Başûrê Kurdistanê di vê mijarê de divê bêdeng nemînin. Artêşa Tirk a dagirker dixwaze xaka me dagir bike. Li gel van polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, Barzanî timî berê xwe dide dewleta Tirk. Ev nêzîkatiya Barzanî nayê qebûlkirin. Gelê Kurd divê li dijî dagirkeran helwesteke hevpar nîşan bide û ruhê yekîtiya neteweyî biparêzin. Hesabên qirêj ên hikumeta Iraqê û PDK'ê yên li ser Şengalê nayên qebûlkirin. Bi taybetî li ser civaka me ya Êzidî ku komkujî li wan hate ferzkirin, pîlanên qirêj tên kirin. Di serî de gelê me yê Behdînanê divê gelê me yê li tevahiya Başûrê Kurdistanê li ber van nêzîkatiyên PDK'ê serî hilde. Rêber Apo zêdeyî 20 sal in tecrîdkirî ye. Gelê me divê li çar parçeyên kurdistanê li dijî vê tecrîdê rabe ser piyan."
'YÊN KU LI KERKÛKÊ LI GEL PÊŞMERGEYAN ŞER KIRIN GERÎLA BÛN'
Şervanê YPG'ê Hozan Kerkûk ê ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê wiha axivî: "Li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yên li Kurdistanê tên meşandin, ji bo parastina xaka xwe ez tevlî nava refên YPG'ê bûm. Weke ciwanekî ji Başûrê Kurdistanê li nava refên YPG'ê li dijî mêtingeriyê têdikoşim. PDk demeke dirêj e bi artêşa Tirk a dagirker re hevkariyê dike û hewl dide xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ev polîtîkayên malbata Barzanî ne li gorî berjewendiyên gelê Başûrê Kurdistanê ye. Ev polîtîkayên PDK'ê ji bilî hevkariya bi dagirkeriya li çar parçeyên Kurdistanê nayê ti wateyê. PDK li Başûrê Kurdistanê êrişê dibe ser gerîlayan, lê belê yên ku li Kerkûkê li dijî DAÎŞ'ê li gel pêşmergeyan şer kirin gerîlayên Kurdistanê bûn. Êrişa PDK'ê ya li dijî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ji bilî şerê birakujiyê ne tiştekî cuda ye. Dewleta Tirk bi rêya vê polîtîkayê careke din dixwaze Kurdan bi destê Kurdan qir bike. Banga me li PDK'ê ew e ku dest ji xeta xwe ya xiyanetê berde, bûyerên diqewimin bibîne. Divê gelê me zanibe ku azadiya Kurdistanê bi yekîtiyê dibe. Êrişên PDK'ê yên li ser gerîlayên Kurdistanê zerarê dide berjewendiyên neteweyî û bi vî rengî dibe sedema nerazîbûna gel."
Hozan Kerkûk bang li ciwanên Kerkûkê kir û got, "Tevî refên şoreşê bibin, bi ruhê yekîtiya neteweyî li dijî dagirkeran şer bikin."