QSD: Bi ti awayî me êrîşî pêşmergeyan nekiriye

Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku bi hêzên PDK’ê re ne ketiye nava ti şerî, çapemeniya PDK’ê derewand.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratî (QSD) daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir û li ser bûyera ku şeva 16`ê Kanûnê li nêzî herêma Sihêla ya di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de rû daye, agahî parve kir.

Di daxuyaniya QSD`ê de wiha hate diyarkirin:

“Hêzên me êrişî hêzên Pêşmergeyan nekirin, em her tim rêzê ji serweriya Herêma Kurdistanê re digirin.

Di salên piştî destpêkirina operasyonên têkoşîna li dijî terora DAÎŞ`ê de, li her du aliyên sînor di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Pêşmergeyan ên girêdayî hikumeta Herêma Kurdistanê de her tim makenîzmayeke koordîneya hevbeş hebû. Bi saya wê koordîneyê gelek astengî û pirsgirêkên ku li herêmên sînorî dihatin rûdan, hatin derbaskirin.

Bûyera ku şeva 16`ê Kanûnê li nêzî herêma Sihêla ya li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de rû daye, ne êrîşek li dijî ti nuqteyên hêzên Pêşmergeyan ên girêdayî hikumeta Herêma Kurdistanê bû. Daxuyaniyên ku di çapemeniyê de hatine belavkirin, mijar ji rastî û rewşa ku rû daye mezintir kirin. Tiştê ku rû daye tenê kêmbûna koordîneya di navber hêzên ewlekariyê yên li her du aliyên sînor bû, ne wekî ku hate gotin ku êriş an destdirêjiya li dijî hêzên Pêşmergeyan û nuqteyan wan bû.

Hêzên Sûriya Demokratîk her tim rêz li hemberî serweriya hikumeta Herêma Kurdistanê û hêzên wê yên leşkerî li ser xaka wê, girtiye. Piştî koordîneya ji bo agirbestê di navbera komeke gerîlayan ku erkên xwe yên piştgiriya operasyonên têkoşîna li dijî DAÎŞ`ê xilas kiribû û vedigeriya baregehên xwe, ew kom ji aliyê hêzên Pêşmergeyan ve hate dorpêçkirin. Li ser wê yekê şerekî demkurt di navbera her du aliyan de derket, wê demê hin aliyên peywendiyê yên girêdayî me destwerdan kirin da ku wê şerî bisekinîn û bi aliyê din re koordîne bikin da ku koma gerîla bi ewlehî vegera baregehên xwe.

Em QSD carekî din bal dikişînin ser girîngiya kordîneya di navbera herdu hêzên li ser sînor. Bi avakirina vê koordîneyê wê pêşiya carekî din bûyerên wiha rû nedin bigire. Ev rewş wê xizmeta ewlekariya sînorên me jî bike.”