YPG'ê ragihand ku Têkoşer Efrîn şehîd bûye

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şervanê wan Têkoşer Efrîn di 12'ê Kanûna 2020'î de li Helebê şehîd bûye.

Têkildarî şehadeta Têkoşer Efrîn, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî da û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

YPG'ê di daxuyaniyê de ragihand ku hevrêyê wan Têkoşer Efrîn, di dîroka 12'ê Kanûnê 2020'î de li bajarê Helebê şehîd bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrê Têkoşer ê ku di sala 2018'an de di Berxwedana Serdemê de bi giranî brîndar bûbû, di pêvajoya tedawiya xwe de şehîd bû."

YPG'ê diyar kir ku Têkoşer di nav malbateke welatparêz de, li Efrînê ji dayîk bûbû û di dirêjahiya zarokatî û ciwaniya xwe de bi hestên welatperweriyê ên ku bi pêşketina têkoşîna azadiyê bilind bûbûn, mezin bû û wiha domand: "Hevrê Têkoşer di demek nêz de tevlî nava refên têkoşînê bû û di parastina welatê xwe de cih girt. Hevrê Têkoşer, di Berxwedana Serdemê de ya li dijî dagirkeriyê bi awayek çalak cihê xwe girt. Bi sekn, tevlîbûn û biryardariya xwe, her tim temsîliyeta xeta mîlîtaniyê raber kir."

YPG'ê ragihand ku Têkoşer piştî du salan a têkoşîna xwe ya li hember birîndariyê, di 12'ê Kanûnê de di dema emeliyatê de şehîd bû û wiha dewam kir: "Em di şexsê şehîd Têkoşer de hemû şehîdên Berxwedana Serdemê û têkoşîna azadiyê bi bîr tînin. Em ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Têkoşer Efrîn
Nav û Paşnav: Xalid Murad
Navê Dayikê: Nebiye
Navê Bav: Hisên
Cih û Dema Şehadetê: Heleb  / 12 Kanûn 2020