ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Babê wesayita bombebarkirî teqiya
Li bajarê Babê yê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, wesayiteke bombebarkirî teqiya. Di encamê de gelek kes mirin, gelek jî birîndar bûn. -
Li Eyn Îsayê serçeteyek hate kuştin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe doh êriş bir ser bakurê Eyn Îsayê û şervanên QSD'ê jî bersiv dan êrişê. Di şer de serçeteyê bi navê Îsmaîl Eydo hate kuştin. -
Li gundê Mielek ê Eyn Îsayê şerekî giran heye
Li gundê Mielek ê Eyn Îsayê di navbera çeteyên dewleta Tirk û şervanên QSD’ê de şerekî giran heye. -
Di şerê Eyn Îsayê de gelek çete hatin kuştin
Dewleta Tirk û çeteyên wê bi şev saet di 01.00’an de êrîşî Eyn Îsayê kirin. Li vê derê di navbera hêzên dagirker û hêzên QSD’ê şer çêbû û gelek çete hatin kuştin. -
Li Eyn Îsayê şerekî giran diqewime
Li Eyn Îsa û derdora wê, ji ber êrişa bi çekên giran a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şerekî giran diqewime. -
Dewleta Tirk li Efrînê 3 sivîl revandin
Dewleta Tirk li navçeya Mabata ya Efrînê ku ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya wê de ye 3 sivîlên din revandin. -
Cenazeyê şehîd Silêman li Qamişloyê bi merasîmekê spartin axê
Bi merasîmeke li Qamişloyê cenazeyê Hesen Silêman ê di êrîşa hawayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê şehîd bûbû li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spart axê. -
3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li nêzî sînorê Iraqê 3 çeteyên DAÎŞ’ê yên çek û teqemenî li gel girtin. -
Şervanê YPG’ê Elî El-Şêx li Kobanê hate veşartin
Şervanê YPG’ê Elî El-Şêx ê ku li ser peywirê ji ber krîza dil şehîd bû, hate veşartin. -
Li Efrînê teqîn
Li Efrînê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, motorbisiklêtek teqiya û herî kêm 3 kes birîndar bûn. -
Hejmara birîndarên li Eyn Îsayê bû 3 kes
Hejmara mirovên ku ji ber bombardûmana dewleta Tirk a li ser navçeya Eyn Îsayê birîndar bûn bû 3 kes. Yek ji birîndaran zarokekî 3 salî ye. -
Dagirkeran rêya M4 û Eyn Îsa bombebaran kirin: 2 sivîl birîndar bûn
Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de ya li ser rêya navneteweyî ya M4 û navçeya Eyn Îsayê, 2 sivîl birîndar bûn. -
QSD: Li Dêra Zorê 5 çete hatin girtin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku li gundên El Herce û El Ezbayê yên Dêra Zorê di operasyonê de 5 çete hatine girtin û cebilxaneya çeteyan hatiye desteserkirin. -
Li 4 bajarên Bakurê Sûriyeyê qedexeya derketina derve
Rêveberiya Xweser li gorî pêşniyara Maseya Krîzê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 10 rojan qedexeya derketina derve li Hesekê, Qamişlo, Reqa û Tebqayê ragihand. -
Di navbera hikûmeta Şamê û çeteyên Tirk de şer qewimî
Li Idlibê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Tirk de şer derket. Hate ragihandin ku di şer de ji her du aliyan kuştî û birîndar hene. -
Şera, Şehba û Til Rifat hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Şera ya Efrîn, herêma Şehba û Til Rifat bombe kirin. -
YAT’ê 4 kesên têkiliya wan bi DAÎŞ'ê û rejîma Sûriyeyê re hebûn girtin
YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama operasyona 19’ê Mijdarê ya YAT’ê ya li Hesekê de 4 kesên ku têkiliya wan bi çeteyên DAÎŞ’ê û rejîma Sûriyeyê re hebûn hatine girtin. -
Serhildanek û bi hezaran perperîk
Her çendî îro Ararat hevrê û xwişka xwe Aljîn spartibe axê û Axîn xwişka xwe Şîndar li warê zeytûnan veşartibe jî, her çendî Vejîn û xwişka wê Rojînda li qadên cuda têdikoşin jî hemû îro bi şanazî di nava refên YPJ’ê de pêşengiyê ji şoreşa jinê re dikin. -
Çeteyên Tirkiyê li nêzî rêya M-4 nuqteyek leşkerî ava dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 100 m dûrî kampa Eyn Îsayê xendekên nû dikûle û nuqteyên leşkerî lê dike. -
YPJ: Em ê tu carî fedakariya dayîka Nûra ji bîr nekin
"Em Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi hurmet û bi rêzdarî kedkara şoreşê dayîka xwe Nûra Evdî Osman bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata me ya hêja re dixwazin." -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 4 sivîl revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Mabata ya Efrînê 4 sivîl revandin. -
HRE'yê derba giran lê da: 9 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di navbera 11 û 18'ê Mijdarê de li Efrînê derbên giran li dagirkeran dan. Hate ragihandin ku 9 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin û çeteyek jî birîndar bûye. -
Li Dêrikê dewleta Tirk 2 sivîl birîndar kirin
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li Dêrik a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gule li sivîlan reşand û 2 sivîl birîndar bûn. -
QSD’ê bi operasyonekê 2 çeteyên DAÎŞ’î girtin
Di operasyona QSD’ê ya li navçeya Til Hemîs a dikeve başûrê Qamişloyê de 2 çeteyên DAÎŞ’ê girtin. Dest danî ser gelek amûran jî. -
Çalakiya dayikên gerîla kete hefteya 10’an
Dayikên gerîla di hefteya 10’ê a çalakiya xwede dagirkeriya dewleta Tirk û sewqiyata leşkerî ya PDK’ê ya li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.