Emîne Osê: Êrişên dewleta Tirk plankirî ne
Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê cidî ne, plankirî ne û bi destûra Rûsyayê tên kirin.
Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê cidî ne, plankirî ne û bi destûra Rûsyayê tên kirin.
Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê, li ser êrişên dema dawî yên dewleta Tirk ên li ser herêmê, bi taybetî jî yên li ser Eyn Îsayê ji ANF'ê re axivî.
Dewleta Tirk her tim êrişî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike. Lê belê vê meha dawî êrişên xwe giran kir. Çima?
Dewleta Tirk nexşeyek danîbû pêşiya xwe û bi destûra hêzên navneteweyî dest bi êrişê kir. Di encama vê de jî Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Bi sed hezaran mirov koçber kir, ev mirov neçar mane di nava şert û mercên giran de bijîn. Yên ku li herêmên dagirkirî man û nexwestin xaka xwe biterikînin her roj dibin hedefa kiryarên nemirovane.
Du rewşên girîng li pêşiya Rêveberiya Xweser hebûn;
* Şewba vîrûsa koronayê
* Êrişên dewleta Tirk.
Di rewşeke wiha de êrişên dewleta Tirk giran bûn?
Pêvajoyên Astana û Cenevreyê di demeke gelekî kurt de xitimîn, rawestiyan. Di vir de valahiyeke siyasî rû da. Aliyekî din ê ku valahiya siyasî afirand, hilbijartinên serokatiyê yên li Emerîkayê bû. Hin tifaqên beriya hilbijartinê hatibûn kirin li ber têkçûnê ne. Dixwaze ji vê rewşê sûdê werbigire. Dewleta Tirk xwedî karakterekî welê ye ku timî li pey firsendan e. Bi rûdana valahiya siyasî û guhertinê re ji bo berfirehkirina qadên dagirkirî dixwaze sûdê ji rewşê werbigire. Êrişên li ser Eyn Îsayê di vê çarçoveyê de ne.
Yek ji garantorên peymana beriya salekê Rûsya ye. Hêzên Rûsya û rêveberiya Sûriyeyê zêdeyî saleke li herêmê ne, lê belê êriş dewam dikin. Ew çima bêdeng in?
Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, ji ber meseleya dewrkirina erkê ya li Emerîkayê nizane ku erk û însiyatîfa xwe heta ku derê ye. Rûsya jî hewl dide sûdê ji vê werbigire. Lewma eger destûr ji Rûsyayê wernegirtibûna, nekarîbûn êrişî Eyn Îsayê bikin. Rûsya li vir aliyeke, aliyê rejîmê ye. Ji bo li Idlibê bi Tirkan re neyê hemberî hev, yan jî ji bo dewleta Tirk li Idlibê xwe ji hin nuqteyan vekişîne, destûrê dide ku êrişî herêmên me bike.
Girîngiyeke taybet a Eyn Îsayê heye?
Ji aliyê cografîk ve xwedî girîngiyekê ye. Dewleta Tirk ji bo herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê parçe bike, statuyê ji holê rake û li herêmê serweriya xwe ferz bike, her tim hewl dide. Sala 2018'an li Efrînê dest pê kir. Niha jî bi destwerdana li xeta Girê Spî-Eyn Îsayê dixwaze herêmên Cizîrê û Firatê ji hev qut bike. Lewma ev êriş cidî ne. Dewleta Tirk bi israr dixwaze qadên dagirkirî berfireh bike.
Dewleta Tirk ji aliyekî ve dixwaze derbê li statuya li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bixe, li aliyê din jî dixwaze li Başûr di nava Kurdan de şer bide destpêkirin. Bi rêya şerê navbera Kurd û Kurdan, Kurd û Ereban de hukmê xwe ferz bike.
Rêveberiya Sûriyeyê çi dike?
Teqez bi destûra Rûsyayê êriş dikin. Rêveberiya Sûriyeyê jî parçeyek ji vê ye. Medya wan timî qala propaganda dewrkirina Eyn Îsayê dike. Bi zexta li ser me hewl didin tawîzê ji me werbigirin.
Gelo hûn li benda êrişeke hîn berfireh û mezin in?
Nexşeya ku sala 2019'an danîn ber xwe bi saya berxwedana gel û hêzên me bi ser neket. Niha jî hewl dide ku ji valahiya siyasî sûdê werbigire. Li aliyekî dixwaze ku helwesta hêzên navneteweyî bipîve. Rûsya û rejîm bêdeng in. Weke min got, êriş cidî ye û ji bo mezinkirina êrişê hewl dide helwesta hêzan bipîve.
Rêveberiya Xweser çi dike, wê çi bike? Gel dikare çi bike?
Li dijî hemû êrişên dagirkeriyê em ê gelê xwe, cografya xwe, statuya xwe biparêzin. Em bi planeke stratejîk nêzî pêvajoyê dibin û hewl didin bersivê bidin pêwîstiyên gelê xwe. Ji bilî Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê projeyeke çareseriyê nîne. Haya gelê me jî, haya pêkhateyan hemûyan jî ji vê heye. Hewldanên me yên dîplomatîk, amadekariyên me yên parastinê dewam dikin.