Hemdan El Ebîd: Li ber çavê cîhanê avê li ser gel dibirin
Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Heman El Ebîd got, piştî têkçûna siyaseta dagirker a Tirk niha av kiriye amûrek û avê li ser gel qut dike.
Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Heman El Ebîd got, piştî têkçûna siyaseta dagirker a Tirk niha av kiriye amûrek û avê li ser gel qut dike.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê didomin.
Piştî ku çeteyên Tirk dest danîn ser kanên avê li Elûqa ya li gundewarên Hesekê av li ser gel hate birîn. Çeteyên Tirk dest danîne ser cihên avê, ku ava Kampa Holê, El Erîş û El Tuwînê ji wê deverê diçû.
Hevserokê Desteya Rêveber Hemdan Ebîd got dewleta Tirk û çeteyên wê çemê Firatê weke çekekê li dijî gelê herêmê bi kar tîne.
Ebîd diyar kir dewleta Tirk piştî ku êrîş aniye ser herêmên bakur-rojhilatê Sûriyê, bi kiryarên dermirovî tevgeriyaye, çekên ku di qada navdewletî de hatine qedexekirin li dijî herêmê bi kar aniye û kiriye ku gelê herêmê ji bêgavî koç bike.
Ebîd her wiha got dewleta Tirk guh nade ti prensîbên mafê mirovan, dagirkeriya xwe berfireh dike, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kiriye, ava li ser Hesekê qut kiriye.
Ebîd diyar kir dewleta Tirk ji bo ku nikare deverên din dagir bike, gel bi axa xwe ve ye, hewl dide ku gelên herêmê li hev sor bike, piştî ku ev siyaseta wê têk çû, niha jî bi avê gel ceza dike.
Ebîd bang li Neteweyên Yekbûyî, civaka navdewletî, saziyên mafê mirovan kir li dijî sûcên dewleta Tirk ên dijî gelê herêmê dengê xwe derxînin.