Li dijî sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê belavoka hevpar

25 rêxistinên civakî, li dijî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dike, belavokeke hevpar weşandin. Rêxistinan ji bo rawestandina qirkeriya etnîkî ya dewleta Tirk bang kirin.

Şêniyên gundê Basûfanê yên êzidî, di nava xeteriyeke mezin de ne. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gund dorpêç kirine û dest bi revandin û kuştina şêniyên gund kirin.

Girêdayî mijarê, 25 sazî û rêxistinên hiqûqî û yên Êzidiyan îro daxuyaniyek ji raya giştî û saziyên hiqûqî û sivîl ên têkildar re parve kir û bang kir ku destwerdanê bikin û sivîlên gundê Basûfanê yên êzidî ji hewldana qirkirinê ya çeteyên “Feyleq El-Şam” ên girêdayî dagirkeriya Tirk, rizgar bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku koçberkirina êzidiyên gundê Basûfanê û guhertina nasnameya wan a dîrokî li gorî plana dewleta Tirk û bi destê sûriyan pêk tê û gefê li hebûna êzidiyan dixwe.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

“Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê binpêkirin û sûcên li dijî gelê Sûriyê li herêmên dagirkirî dewam dikin, ew hewl didin ku binesaziya mirovî ya herêmên li ser sînor ku dagir kirine biguherînin. Ew yek bi rêya qewitandina şêniyên resen û bi cihkirina biyaniyên girêdayî wan li şûna şêniyên resen, pêk tê. Efrîn mînaka herî ber bi çav a wê siyasetê ye, ku dagirkeriya Tirk bi sed hezaran Kurdên resen ji Efrînê dan koçberkirin û koçberên ji Xota rojhilat û herêmên din ên Sûriyê li şûna wan bi cih kirin.

Efrîn ne tenê li ber çavên civaka navneteweyî her wiha bi beşdarî û hevkariya wan, tê kuştin. Wan destûr da dewleta Tirk ku hemleya “Çiqila Zeytûnê” dest pê bikin, ku encamê de bi hezaran darên zeytûnan ku temenê wan bi hezaran salan berî Zayendê ye, birîn û hilkirin.

Wekî saziyên hiqûqî û sivîl ku me li jêr îmze kiriye, em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û dewletên têkildar dikin, nexasim Amerîka, Rûsya, YE û NY`yî dikin ku bi lez destwerdanê bikin û sînorekî ji van siyaset û sûcên dermirovî re deynin, ku dikevin asta opasyonên qirkirina etnîkî û komî. Bûyerên li Basûfanê ya Efrînê rû didin, heta astekê hevkariya civaka navaneteweyî bi dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re eşkere dikin. Em bi vê qêrînê, bang dikin ku şêniyên gundê Basûfanê yên mane ji operasyona ku bi destê koma “Feyleq El-Şam” a girêdayî “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” tê kirin, rizgar bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku dagirkeriya xaka Sûriyê bi dawî bike, da ku koçber bi çavdêrî û garantiya aliyên navneteweyî vegerin warê xwe.

Operasyona koçberkirina şêniyên gundê Basûfanê yê êzidî û guhertina nasnameya wê ya dîrokî, li gorî plana dewleta Tirk û bi destê sûriyên ku gelek sûc pêk anîne, tê kirin û gefê li hebûna êzidyan li gund dixwe. Berê hejmara şêniyên gund 3 hezar û 500 derbas dikir, lê belê piştî dagirkirina Efrînê ew hejmar daket kêmtirî 200 î. Çete, sivîlên mayî jî neçar dikin ku gund derkevin da ku guhertina demografiye temam bikin, gund bi temamî dorpêç bikin û hemleyên binçavkirinê li dijî şêniyên gund pêk bînin. Me karîbû navên hin kesên ku van rojên dawîn hatine revandin, bi dest bixin, navên wan wiha ne: Basil Mamed Hisên (22), Samir Mamed Hisên (35), Dilbirîn Erebo (bi navê Ebo Dilo Erebo tê nasîn), Xezalê Menan Hisên (40), Rêzan Îbrahîm Erebo (22) û Riyad Elî Cûma (33).

Kesên hatine revandin yekser birin girtîgeha gundê Îska yê navçeya Şêrawa.  Ji ber êşkenceya ku rastê hatiye, rewşa tenduristî ya Şêxo Îbrahîm (59) giran bû û ji ber wê yekê çete neçar man ku wî serbest berdin. Her wiha welatiyê bi navê Dilbirîn Erebo ku rastî lêdanê hatibû û rewşa wî giran bûbû, piştî çend saetan ji revandina wî hate berdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dilbirî berê jî ji aliyê çeteyên koma Feyleq El-Şam di 30`ê Adara îsal de rastî hewldana kuştinê hatibû û 2 gule di zikê xwe de xwaribû. Ji ber ku wî nehişt ku çete mala wî ya li gundê Basûfanê vala bikin.

Ji ber ku şêniyên gundê Basûfanê qebûl nekirin ku ola xwe biguherînin û ola îslamî nepejirandin, ji bo ku çeteyên Feyleq El-Şam tola xwe ji şêniyan rakirin bi ser gund de girtin. Çeteyê wê komê dem dem hemleyên binçavkirinê li dijî sivîlên gund pêk tînin da ku sivîl neçarî terikandina gundê  xwe bibin. Me hemû binpêkirinên li gund bin av, dîrok û wêneyan belge kiriye.”

Sazî û rêxistinên ku daxuyanî îmze kiriye, wiha ne:

Yekitiya Êzidiyên Sûriyê, Komîteya Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF), Komeleya Kurdî ya Parastina Mafên Mirovan li Nemsayê, Rêxistina Mafên Mirovan li Sûriyê (MAF), Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê, Desteya Qanûnî ya Kurdî, Komeleya Kaniya Spî, Kombûna Êzidiyên Sûriyê, Mala Êzidiyan a Zêxin, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, Yekitiya Parêzerên Herêma Efrînê, Yekitiya Êzidiyên Efrînê, Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Firatê, Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê, Însiyatîfa Parastinê ya hiqûqî li Sûriyê, Yekitiya Parêzerên herêma Cizîrê, Meclisa Bilind a Êzidiyên Sûriyê, Kombûna Çandî û Civakî ya Êzidiyan, Komîteya Qanûnî ya Êzidî-Almanya, Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan (Rasid), Rêxistina Civaka Sivîl a Kurd li Sûriyê, Saziya Êzidîne, Navenda Lêkolînên Qanûnî-Almanya.