YPG: Dev ji sûcdarkirinê û provokasyonan berdin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku hêzên wan êrîşî baregehên pêşmergeyan nekirine û bang li rayedarên Başûr kir ku dev ji sûcdarkirin û provokasyonan berdin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku hêzên wan êrîşî baregehên pêşmergeyan nekirine.

Di daxuyaniya YPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di salên derbasbûyî de bi awayekî daîmî pêvajoyên hevrêziya hevbeş di navbera Rojava û herêma Kurdistanê de hebûn û berdewam dikin. Ev pêwendî di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê û pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê dihatin kirin. Di encama vê hevrêziyê de gelek aloziyên ku li ser sînor rû didan, çareser dibûn.

Hêzên me di 16’ê Kanûnê de, li nêzî navçeya Sihêla êrîş bi ser tu baregehen pêşmerge de nebirine. Tu sedem tuneye ku êrîşek wiha biqewime. Di derbarê mijarê de gelek daxuyaniyên ragihandinê hatin dayîn ku rewşê mezin dikin û ji rastiyan dûr dixin. Di rastiyê de, tiştê ku qewimî di encama pêwendî û hevrêziya kêm di navbera me û kes û saziyên pêwendîdar ên herêma Kurdistanê de bû. Berovajî vê, em Yekîneyên Parastina Gel rêz li xweseriya herêma Kurdistanê digirin û bang li wan dikin ku dev ji siyaseta êrîşkariyê, provokasyonan û tawankeriyê berdin. Divê hemû pirsgirêk bi rêya danûstandin û diyalogê werin çareserkirin.”