YPG'ê hevrêyê xwe Ferhad Efrîn bi bîr anî

YPG'ê, şervanê xwe Ferhad Efrîn ê 16'ê Kanûnê li Helebê ji ber krîza dil şehîd bû, bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan H isên Îbiş bi nasnav Ferhad Efrîn li Helebê ji ber krîza dil şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roa 16'ê Kanûnê hevrêyê me Ferhad Efrîn li Helebê di encama krîza dil de şehîd ket.

Hevrê Ferhad, ji destpêka şoreşa Rojava heta kêliya dawî bi sekna xwe ya têkoşer, di têkoşîna me de roleke girîng lîst. Li hember her cure tehekûm û paşverûtiyê bi hêrs û kîneke mezin sekinî û tu caran ji têkoşînê paşve gav neavêt. Hevrê Ferhad di nava refên têkoşînê de erkên ku diketin ser milên wî, bi biryardariyeke mezin bi cih anî û tev li karwanê şehîdan bû."

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Ferhad Efrîn û gelê Kurd re hate xwestin.