HRE'yê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 hevrêyên wan roja 15'ê Kanûnê li Efrînê di şerê dijî leşkerên Tirk ên dagirker de şehîd bûne û ew bi bîr anîn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Di 15'ê Kanûnê de li herêma Efrînê di encama şerê navbera hêzên me û leşkerên Tirk a dagirker de, du hevalên me gihiştin asta şehadetê.

Hevrêyên me Brusk Şehba û Zinar Efrîn,  ji roja ku tevlî bûn heta kêliya dawî, li hemberî dagirkeran bi rihek fedayî têkoşiyan û ti car paş de gav neavêtin. Her tim bi fedakariyek mezin erk û berpirsiyarên xwe bi cîh anîn. Ti carî dagirkerî û zext û zordariya li ser gelê me tê meşandin qebûl nekirin û li hemberê vê yekê di çepera pêş de têkoşiya. Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) destnîşan dikin ku em ê tola şehîdên xwe rakin û hesabê ji dagirkeran bipirsin. Em di şexsê hevrê Brusk û hevrê Zinar de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin, ji malbatên şehîdên xwe û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Brusk Şehba
Nav û Paşnav: Mustafa Muslim
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Nuh
Cih û dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê / 15ê Kanûnê 2020

Nasnav: Zinar Gabar
Nav û Paşnav: Mihemed Hebeş
Navê Dayikê: Nebîhe
Navê Bav: Îzet
Cih û dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a berxwedana Efrînê / 15ê Kanûnê 2020