Li Idlibê vedikişe, li Eyn Îsayê êriş dike, li Cenevreyê paşve gavê diavêje

Dewleta Tirk ku li Idlibê nuqteya dawî ya çavdêriyê ya dorpêçkirî vala kir, ji bo Eyn Îsayê dagir bike bi Rûsyayê re dest bi hevdîtinên fermî kir. Dewleta Tirk li Cenevreyê jî li daxwazên siyasî yên muxalefetê bazarê dike.

Dewleta Tirk nuqteyên xwe yên çavdêriyê ku di encama hevdîtinên Astanayê de li Idlibê ava kir, yek bi yek vala dike. Ji bo êrişeke nû ya dagirkeriyê ya li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî hêza xwe zêde dike.

Dewleta Tirk ku di encama peymanên bi Rûsyayê re bajarên di destê komên çekdar de yek bi yek vala kir û radestî rejîma Şamê kir, niha jî bazarê li ser daxwazên siyasî yên komên 'muxalefetê' dike.

ARTÊŞA TIRK NUQTEYA DAWÎ YA DORPÊÇKIRÎ JÎ VALA KIR

Dewleta Tirk nuqteya bi hejmara 5'an a li Til Eys'ê ku nuqteya dawî ya çavdêriyê ya li bejahiya Idlibê di bin dorpêça hêzên rejîma Sûriyeyê de ye, vala kir. Bi valakirina nuqteya li Til Eys re hejmara nuqteyên ku artêşa Tirk li Idlibê vala kir bû 8 nuqteyên çavdêriyê.

Sala 2017'an li paytexta Kazakistan Astanayê, di encama peymana navbera Rûsya, dewleta Tirk û Îranê de artêşa Tirk li Idlibê 12 nuqteyên çavdêriyê ava kiribû. Bi pêşveçûna Rûsya û hêzên rejîma Sûriyeyê re 8 ji wan nuqteyan di nava dorpêçiyê de mabûn.

Artêşa Tirk mehên derbasbûyî nuqteyên çavdêriyê yên 9 û 10 ên li bakurê Hamayê, nuqteya bi hejmara 5 a li Raşîdînê, nuqteya 8'an a li başûrrojhilatê Idlibê, nuqteya 3 a li Şeyh Akîl, nuqteya 4'an a li Anadanê û nuqteya 7 a li Tel Tûqanê vala kiribû.

LI ALIYEKÎ VEKIŞÎN, LI ALIYÊ DIN JÎ VEGUHASTIN

Artêşa Tirk leşker û alavên leşkerî yên ji nuqteyên çavdêriyê vekişandî, derbasî herêmên di bin kontrola çeteyên Tehrîr El Şam (HTŞ) dike.

Dewleta Tirk li aliyekî nuqteyên çavdêriyê yên dorpêçkirî vala dike, li aliyê din jî hêzên xwe yên li herêmên di destê çeteyan de ne yên li Idlibê zêde dike.

Artêşa Tirk ku li herêmên di destê HTŞ'ê û çeteyên dewleta Tirk de ne zêdeyî 60 nuqteyên leşkerî yên çavdêriyê ava kiriye, tê gotin ku zêdeyî 20 hezar leşkerên xwe lê bi cih kiriye.

VEGUHASTINA LEŞKERÎ YA BER BI BAKUR-ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ VE

Artêşa Tirk li aliyekî xwe ji nuqteyên dorpêçkirî yên li Idlibê vedikişîne, li aliyê din jî ber bi Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ve veguhastina leşkerî dike.

Herêma sereke ya ku dewleta Tirk veguhastina leşkerî û êrişên xwe li ser zêde kiriye, bajarokê Eyn Îsayê ye ku li ser rêya M4 e û herêmên Cizîr û Firatê bi hev ve girê dide.

Artêşa Tirk êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê giran kiriye ku ev herêm di heman demê de Kobanê û Reqayê jî bi hev ve girê dide. Li gorî agahiyan, ji bo dagirkirina vê herêmê bi rengekî fermî destûr ji Rûsyayê xwestiye.

LÎSTIKA RÛSYAYÊ YA LI SER EYN ÎSAYÊ

Rûsya ku gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk weke amûreke zext û zordariyê li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne, çend roj berê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) xwestibû ku bajêr radestî rejîma Sûriyeyê bike.

Lê belê ji ber ku ev daxwaz ji aliyê QSD'ê ve hate redkirin, çeteyên ser bi artêşa Tirk dest bi êrişeke berfireh kirin. Piştî ku êriş ji aliyê QSD'ê ve hatin têkbirin, di navbera QSD, Rûsya û rejîma Sûriyeyê de biryar hate wergirtin ku ji bo şopandina "peymana agirbestê li navenda Eyn Îsa û derdora wê 3 nuqteyên çavdêriyê bên avakirin."

Yek ji van nuqteyan li rojavayê Eyn Îsayê ye, yek jê li rojhilat e, yek jî li başûrê Eyn Îsayê di navbera Rûsya û QSD'ê de ne.

HAYA DYE'YÊ JÎ JI REWŞA LI EYN ÎSAYÊ HEYE

Piştî ku dewleta Tirk di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Girê Spî û Serêkaniyê dest bi êrişên dagirkeriyê kir, di 17'ê Cotmehê de di navbera DYE û dewleta Tİrk de peymana agirbestê ya Enqereyê, di 23'ê Cotmehê de jî di navbera Rûsya û dewleta Tirk de peymana agirbestê ya Soçî hatibû îmzekirin.

Ji van bûyerên ku li herêma ku DYE û Rûsya garantorên agirbestê ne diqewime, tê gotin ku haya koalîsyona bi pêşengiya DYE'yê heye.

JI DEWLETA TIRK HEWLDANA 'MIN KIR Û BÛ'

Tevî ku DYE piştî êrişên dagirkeriyê yên 9'ê Cotmehê ji herêmê vekişiya jî serweriya qada hewayî ya li rojhilatê Firatê di bin kontrola koalîsyonê de ye. Ji ber vê yekê, ji bo êrişeke gengaz divê dewleta Tirk destûrê ji DYE'yê werbigire. Lewma dewleta Tirk dixwaze beriya ku rêveberiya nû li DYE'yê dest bi wezîfeyê bike li Eyn Îsayê bêje 'min kir û bû' û bi vî rengî dagir bike.

Dewleta Tirk di hevdîtinên Astana û Soçiyê de di berdêla "radestkirina Helebê de dagirkirina Babê" û "di berdêla valakirina Xûta Rojhilat de jî dagirkirina Efrînê" destûr ji Rûsyayê wergirtibû.

BAZARIYA LI CENEVREYÊ

Dewleta Tirk ku dixwaze di asta herî bilind de sûdê ji formata Astana û Soçiyê werbigire, tê gotin ku niha jî li ser daxwazên siyasî yên komên bi navê 'muxalefeta Sûriyeyê' bazariyê dike.

Li gorî agahiyan, di hevdîtinên tûra 4'emîn a komîteya destûra bingehîn de ku di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de li hevdîtinên Soçiyê hatibû avakirin, dewleta Tİrk şertê 'avakirina hikumeta derbasbûnê' ya komên 'muxalefetê' neaniye ziman û bi giranî li ser hilbijartinên serokatiyê rawestiya ye ku tê payin di Tîrmeha 2021'ê de bê lidarxistin.

BAZARA RÛSYA Û DEWLETA TIRK A LI SER BIRYARA BI HEJMARA 2254'AN

Ev jî tê maneya paşve gavavêtin ji biryara bi hejmara 2254'an ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) 18'ê Kanûna 2015'an bi yek dengî standibû.

Biryara navborî pêşbîniya wê dike, ku "di nav 6 mehan de hikûmetek pêbawer, berfireh a ne li ser mezhebî were avakirin, di nav 18 mehan de hilbijartina serbixwe û dadmend bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî were kirin."

Ev biryar ji bo ku tekane biryar e ku bi yekdengî li Konseya Ewlekariyê hatiye standin, heta niha hemû hêzên xwecih û navneteweyî ku li qada Sûriyeyê dixebitin bi destnîşankirina vê biryarê hewl dane ku rewatiya xwe bikin.

Ji ber vê bi paş ve gavavêtine ji vê biryarê ya muxalefeta bi kontrola Tirkî wê puanên Rûsya û hikûmeta Sûriyeyê zêde bike.

Hê bi fermî nehatiye ragihandin bê ka 'muxalefeta Sûriyeyê' ji şertê 'hikûmeta derbasbûnê' qeriyaye yan na, lê li gorî agahiyên berdest muxalefeta bi kontrola Tirkiyê di civînê de şertê hikûmeta derbasbûnê neaniya ser zimên. Ev jî weke encama zexta Rûsya ya li ser Tirkiyê tê şîrovekirin.

REJÎMA ŞAMÊ JI CENEVREYÊ BI KÊFXWEŞÎ VEQETIYA

Li dawiya tûra 4'an a hevdîtinên li ser destûrê, ku nûnerên Bakur-Rojhilatê Sûriyê tevlê nekirin, ku ew nûneriya ji 5 milyon zêdetir mirov dikin, serokê şandeyê yê rejîma Sûriyê Ehmed el Kuzbarî axivî û got, "Ev tûr ji bo me xweş derbas bû û mudaheleyên me yên girîng çêbûn."

Serokê şandeya muxalefeta bi kontrola Tirk Hadî el Baha jî di daxuyaniya çapemeniyê de qet bal nekişande ser biryara 2254'an a Konseya Ewlekariyê û got, "Di civînê de derheqê welatiyên wekhev, azadî, cihêbûna hêzan, serbixwebûna darazê, penaber û bêcihûwarkiriyan belge dane."

DEWLETA TIRK DAXWAZÊN SIYASÎ YÊN GELÊN SÛRIYEYÊ DIXE BAZARÊ

Dewleta Tirk ku gav bi gav dev ji rûxandina rejîma Sûriyê û 'nimêja li Mizgefa Emewî' qeriyayî û di serî de Kurd polîtîkaya xwe ya li ser wê ava kirî gelên herêmê nebin xwedî ti mafî, ji bo vê jî bajarên di destê komên çekdar de piştî ku yek bi yek dewrî Rûsya û rejîma Sûriyeyê kirî niha jî daxwazên siyasî yên komên bi navê muxalefetê dixe bazarê.

Ev pirs tê bîra mirov; gelo dewleta Tirk di ber vê bazarê de ji Rûsyayê li Idlib û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li hêviya hin tawîzan e, yan jî ji bo dagirkeriyê li bendê ye ku Rûsya destûrê bide.