Li Şehbayê cenazeyên 2 şehîdan hate veşartin

Li herêma Şehbayê, cenazeyên 2 şehîdên qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê bi merasîmekê hate veşartin.

Cenazeyên şehîdên qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê Şehîd Birûsk Şehba û Şehîd Zinar Gabar bi merasîmekê hatin veşartin.

Girseya gel destpêkê li pêşiya Nexweşxaneya Avrînê ya li navçeya Fafînê li hev kom bû û piştî cenazeyên şehîdan hildan ber bi Goristana Şehîdan a Navçeya Ehrezê ve meşiya.

Li Goristana Şehîdan piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Rebîee Weqas û ji Rêvebeirya Xweser a Herêma Efrînê Îmad Dewûd axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û diyar kirin ku wê ti carî serê xwe netewînin û li ser şopa şehîdan li dijî dijmin têbikoşin, nehêlin ku dijmin li Efrînê bi rehetî bimîne.

Her wiha diyar kirin ku ew ti carî xiyanetê qebûl nakin û wê her tim li ber xwe bidin.

Piştre wesîqeya şehîdan ji aliyê endama Komîteya Civaka Demokratîk Zeyneb Ebdo hate xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Piştî ku cenazeyên şehîdan hate veşartin merasîm bi dawî bû.