YPG'ê îdîayên Wezareta Pêşmergeyan li derewê qeliband

YPG'ê îdîayên Serbest Lezgîn ê PDK'î li derewê qeliband ku Lezgîn gotibû "YPG'ê êrişî pêşmergeyan kiriye."

Çavkaniyên Yekîtiyên Parastina Gel (YPG), îdîayên Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan ê Başûrê Kurdistanê Serbest Lezgîn li derewê qeliband ku Lezgîn digot, "YPG'ê êrişî pêşmergeyan kiriye."

Serbest Lezgîn ê PDK'î ku Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan ê Başûrê Kurdistanê ye, îdîa kiribû ku hêzên YPG'ê li ser sînorê Rojava-Başûr êriş biriye ser çeperên pêşmergeyan.

Çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ku îdîayên Lezgîn ê PDK'î dûrî rastiyê ye.

Tê payin ku der barê mijarê di nava rojê de daxuyaniyeke berfireh bê dayin.