Cenazeyê şervanê YPG’ê Ferhat Efrîn spartin axê

Cenazeyê şervanê YPG’ê Ferhat Efrîn ê di encama krîza dil de şehîd bûbû, li Helebê bi merasîmekê spartin axê.

Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şehîd Ferhad Efrîn ku 16`ê Kanûnê ji ber nexweşiyê şehîd bû, li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya li taxa Şiqêf spartin axê.

Şênî, endamên saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li pêşiya nexweşxaneya Xalid Fecir a li rojavayê taxa Şêx Meqsûdê kom bûn û alên YPG, YPJ, Asayîş, Meclîsa Malbatên Şehîdan rakirin. Girseya Gel cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin û ber bi goristana Şehîdan ve çûn.

Li goristanê girseya gel deqakê li ser giyanê şehîdan sekinîn, paşê ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Endama Meclîsê Fîdan Hisên axivî û ev yek got:"Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û soza şopandina rêya şehîdan didin."

Piştre jî mamosteya zimanê kurdî Zîlan Şêxo nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Şêniyan cenazeya şehîd Ferhad Efrîn di nava sloganên dilsoziya bi şehîdan de spartin axê.