Cenazeyê şervanê YPG'ê Têkoşer Efrîn hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Têkoşer Efrîn li herêma Şehbayê bi merasîmekê hate veşartin.

Ji bo veşartina cenazeyê şervanê YPG'ê Têkoşer Efrîn ku di qonaxa duyemîn a berxwedana serdemê de birîndar bû û 12'ê Kanûnê li Helebê şehîd bû, merasîmek hate lidarxistin.

Bi sedan kesên ji şêniyên Efrîn û Şehbayê, endamên meclîs û saziyên herêma Şehbayê tevlî merasîmê bûn.

Girseya gel ji pêşiya Nexweşxaneya Avrînê cenazeyê şehîd Têkoşer Efrîn hildan û heta Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrezê meşiya.

Li navçeya Ehrezê jî merasîmek hate lidarxistin û piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hacer Miho û ji Rêveberiya Xweser Henan Sîdo axivîn. Qisekeran diyar kirin ku ew bi saya lehengiya şehîdan li ser xaka xwe ne.

Di merasîmê de wesîqeya şehîd Têkoşer Efrîn ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Şîrîn Silêman ve hate xwendin.

Cenazeyê şehîd Têkoşer Efrîn bi qîrîna dirûşman hate veşartin.