QSD’ê êrîşa li ser Eyn Îsayê şikand

Dewleta Tirk a dagirker hewl da têkeve Eyn Îsayê. Şervanên QSD’ê li dagirkeran da û êrîş şikand.

Dewleta Tirk a dagirker xwest xwe bera nav gundê Muelek ê Eyn Îsayê û rêya M4’ê.

Hêzên QSD’ê li dagirkeran da û êrîşa wan şikand. Dagirker neçar man ku vegerin.

Hate diyarkirin ku dewleta Tirk piştre du cih bomberdûman kir.

Saet di 21.30’an de dewleta Tirk a dagirker li gundê Soxanekê ya Şerawaya Efrînê bomberdûman kir. Derbarê vê bomberdûmanê agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk a dagirker her roj herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bomberdûman dike.