PDK li Qamişlo hate protestokirin
Li Qamişlo bi sedan kes hatin ba hev, li dijî polîtîkaya PDK’ê û êrîşkariya hêzên ser bi PDK’ê ya li dijî gerîla yên li Başûrê Kurdistanê meşiyan.
Li Qamişlo bi sedan kes hatin ba hev, li dijî polîtîkaya PDK’ê û êrîşkariya hêzên ser bi PDK’ê ya li dijî gerîla yên li Başûrê Kurdistanê meşiyan.
Bi armanca şermezarkirina tevger û helwestên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li dijî doza Kurd û lihevkirina Şengalê di navbera hikumeta Bexda-PDK’ê de, bi sedan şêniyên Qamişlo daketin qadan.
Şênî li pêşiya stada 12`ê Adarê ya li Qamişloyê kom bûn û sloganên li dijî planên PDK, “Na ji xiyanetê re” û “Bijî berxwedana Şengalê” berz kirin.
Şêniyan di nava kolanên bajêr de meşiyan û li pêşiya avahiya Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê rawestînin. Piştre hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Qamişloyê Mesûd Dawûd axivî û got: “Di dema ku gelê Kurd li benda yekitiyê ye, hêviyên wî ji bo bidestxistina mafên xwe zêde dibin, lê PDK`ê li Başûr li bajarê Amediyê yê li Dihûkê êrişî hêzên gerîla kir. Ev bûyer xiyaneta PDK`ê ji Kurdan re û desteka wê ji dewleta Tirk re diyar dike.“
Dawûd di nav axaftina xwe de piştrast kir ku divê Kurd li hemberî tevger û komployên PDK li Başûrê Kurdistanê helwestek ji vê hişktir nîşan bidin û wiha domand: “Divê Kurd li piraniya Kurdistanê û cîhanê xiyaneta PDK`ê şermezar bikin û ji bo pêkanîna yekitiya Kurd li ber xwe bidin.”
Di dawiya meşê de şêniyan ji bo yekitiya Kurd û şermezarkirina xiyanetê slogan berz kir.