Dewleta Tirk li Girê Spî 7 kes revandin

Rejîma Tirk li Girê Spî ya dagir kiribû, 7 kes revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyan dispêre çavkaniyên xwecihî, leşkerên Tirk li navçeya Silûk a girêdayî Girê Spî avêtine ser malên li gundê Zîdî yê.

Di serdegirtinê de ji eşîra Bedo 7 sivîl hatin revandin û ketin diziya malan.

Hêzên dagirker û talanker di dema serdegirtinê de dest danîn ser lawir û berhemên bi qedir ên gundiyan.

Rojên borî jî 7 kes ji eşîrên Hinade û Meşhur ji aliyê heman hêzan ve hatibûn revandin.