PYNK’ê bang li rêveber û parlementoya Başûr kir ku bi rola xwe rabin

​​​​​​​PYNK’ê li ser êrîşa PDK’ê ya li ser gerîla ku 3 gerîla birîndar bûn daxuyaniyek da û got: "Em banga li hemû gelê xwe yê Başûr û hêzên siyasî, neteweyî bi taybet parlamentoya Kurdistanê dikin ku bi rola xwe ya neteweyî li dijî şerê navxweyî rabe.”

Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd (PYNK) têkildarî mijarê li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyaniyek bi beşdarbûna endamên partiyên PYNK`ê da. Daxuyanî ji aliyê rêveberê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a PYD`ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îs ve hate dayîn.

LI DIJÎ ŞERÊ NAVXWEYÎ BI ROLA NETEWÎ RABIN

Bekir Hec Îs diyar kir ku ew bi navê PYNK’ê banga xwe li hemû gelê Başûrê Kurdistanê û hêzên siyasî, neteweyî bi taybet parlamentoya Başûrê Kurdistanê dikin ku bi rola xwe ya neteweyî li dijî şerê navxweyî rabe.

Hec îs bi bîr xist ku çawa ew li pêşmergeyan dinêrin ku hêzeke neteweyî ne, dilopa xwîna wan li cem wan giran e, wekî wê jî her dilopeke xwîna gerîla bi qîmet û giran e.

ŞER NER DIBERJEWENDIYÊN KURD DE YE, DIKEVE XIZMETA DEWLETA TIRK

Hec Îs bang li hemû hêzên netewî kir ku bi zimanê diyalogê dest dirêjî hev bikin û wiha domand: "Em dinêrin ku eger şerek li Başûrê Kurdistanê rû bide, ji bo berjewendiyên dewleta Tirk e û kesên hevkarê wê ne, ne ji bo berjewandiyên gelê Kurd e.”

BANG LI BARZANÎ KIR KU ROLA XWE YA NETEWÎ RABE

Her wiha Bekir Hec Îs bang li Nêçîrvan Barzanî kir û got: "Em banga li Birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikin ku bi rola xwe ya neteweyî rabe. Ji ber ku ev şerê di navbera Kurdan de nakeve xizmeta gelê Kurd û destkeftiyên Kurdan destkeftiyên hemû parçeyan in."

‘EM NE ALÎGIRÊN ŞER IN’

Rêveberê Têkiliyên Dîplomatîk a PYD`ê ya herêma Firatê Bekir Hec Îs di dawiyê de ev got: "Em partiyên bajarê berxwedanê Kobanê banga dikin ku em ne bi vî şerî re ne, ev şer xizmeta Tirkan dike û li gor berjewandiyên Tirkan in. Her wiha em rola KNK spas dikin û dibêjin ku pêwist e KNK bi rola xwe rabe ji ber ku nûneriya her çar perçeyên kurdistanê dike ku zimanê diyalogê di navbera hemû partiyên siyasî û hemû hêzên siyasî bi pêş bixe."