ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ji bo Rêberê Gelê Kurd li Qamişloyê meşek hate lidarxistin
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qamişloyê meşek hate lidarxistin. -
Êrîşên li ser Eyn Îsayê zêde bûn
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê zêde bûn. Dewleta Tirk êrîş bir ser depoyên li navçeyê. -
QSD: Di êrîşan de şervanekî me şehîd bû, yek jî birîndar bû
QSD’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 30’ê Mijdarê diyar kir ku gelek gund û bajarok hatine topbarankirin û hêzên wan bersiva êrîşan daye. QSD’ê da zanîn ku di êrîşan de şervanekî wan şehîd bûye û şervanek jî birîndar bûye. -
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava dewam dikin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Bi droneyeke kamîkaze êrîş li ser gundekî Kobanê hate kirin. Di êrîşê de 2 leşkerên Şamê birîndar bûn. -
'Gel hemû HPC ye'
Endamên Hêza Parastina Civakî (HPC) diyar kirin, ku ji bo parastina xwe û vegera li Efrînê wê berxwedaneke efsanewî nîşan bidin û destnîşan kirin ku wê teqez bibin mertalên zindî. -
Li Tebqayê baranên bi hêz: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber baranên bi hêz, banê xaniyekê hilweşiya û zarokekî jiyana xwe ji dest da. -
Buroya Edaletê ya Rêveberiya Xweser: Dibe ku DAÎŞ li Qamişloyê êrîşekê bike
Buroya Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da ku çeteyên DAÎŞ’ê hewl didin êrîşî Navenda Edaletê ya li Qamişloyê bikin. -
QSD’ê bîlançoya roja 9’an a êrişên dagirkeriyê eşkere kir
QSD’ê bîlançoya roja 9’an a êrişên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir. -
Rêveberiya Xweser li parlementoya Elmanyayê serdanên dîplomatîk dike
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer li Meclîsa Federal a Elmanyayê bi koma Partiya Çepgir (Dîe Lînke) re li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk danûstendin kir. -
Kongra Star name ji CPT re şand: Divê tecrîd bi dawî bibe!
Meclîsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Kongra Star ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re nameyek şand. -
Bîlançoya 10 rojan ên êrîşên li ser Rojava
Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser Rojava de, di nava 10 rojan de dibistanek, navendeke tendirustiyê, 2 nexweşxane bombe kir. Di van êrîşan de 13 kesên sivîl û 20 şervan şehîd bûn. -
Artêşa dewleta Tirk a dagirker bombeyan li Şera û Şêrawayê dibarîne
Artêşa dewleta Tirk a dagirker topbaranê li ser gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê dibarîne. -
Rûspiyên eşîrên Şehbayê: Em ê li dora QSD'ê bibin xelek
Rûspiyên eşîrên Şehbayê diyar kirin, ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bibin xelek û bang li gelên Sûriyeyê hemûyan kirin ku bibin yek. -
Xelkê Girê Spiyê êrîşên dagirgeriyê li ber baregeha Rûsyayê protesto kirin
Xelkê Girê Spiyê li ber baregeha Rûsyayê ya li gundê El Tirwaziyê bi çalakiyeke protestoyî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser herêmê protesto kirin. -
Êrîşên çeteyan ên bi ser Til Temirê hat pûçkirin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwestin bikevin nav Til Temirê, rastî berxwedana şervanên QSD’ê hatin û êrîş hate pûçkirin. -
PYD: Em ê li hemberî dijmin berxwedanê mezin bikin
Meclîsa Giştî ya PYD’ê Şîlan Kobanê û 4 hevrêyên wê di 18’emîn salvegera şehadeta wan de bi bîr anî û got: “Em ê ji bo azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê û Kurdan li hemberî dijmin berxwedanê mezin bikin.“ -
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava berdewam dike
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser gund û cihê sivîlan berdewam dike. -
QSD: Dagirkeran bombe li nexweşxaneya li gundekî Kobanê barandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSDʹê bîlançoya roja 28ʹê Mijdarê ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir û diyar kir, ku dagirkeran doh bombe li nexweşxaneya gundekî Kobanê barandiye. -
Rojnamevan Rûken Cemal: Dewleta Tirk li Rojava bi zanebûn rojnamevanan dike hedef
Rojnamevan Rûken Cemal diyar kir ku dewleta Tirk bi zanebûn xebatkarên çapemeniyê yên Rojavayê Kurdistanê dike hedef û hewl dide dengê rastiyê qut bike. -
Meclîsa Leşkerî ya Suryanî: Em ê li ber dagirkeriyê rabin
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena destnîşan kir ku bi navê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî wê li ber êrîşên dagirkeriyê rabin û got, "Em ê li dijî faşîzma Tirk şer bikin." -
Dewleta Tirk Til Rifet, Şehba û Şêrawayê bombebaran dike
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora navçeya Til Rifet û gundên herêma Şehbayê û navçeya Şêrawayê bombebaran dike. -
Li Dêrazorê 10 çeteyên DAÎŞ`ê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku bi êrîşên dewleta Tirk re tevgera çeteyên DAÎŞ’ê zêde bûye û got: “Li bajarokê Ebû Xeşeb ê Dêrazorê 10 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.“ -
Bombebarana li ser gundên Rojava dewam dike
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Girê Spî, Kobanê, Şehba û Til Temirê bombebaran kir. -
Dewleta Tirk bi balafireke bombebarkirî êrîşî gundekî Girê Spî kir
Dewleta Tirk a dagirker gundekî rojavayê Girê Spî topbaran dike û balafireke bombebarkirî li tepê gundekî din teqiya. -
Xelkê Til Hemîsê dewleta Tirk a dagirker, protesto kir
Xelkê Til Hemîsê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşiyan.