Li Êlihê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî meşa hate lidarxistin. Jinên ku li Parka Yilmaz Guney li hev civiyan, bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana Batmanê” û “Zext nikarin me biçewisînin” ber bi Xaçerêya Basinê meşiyan. Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan û gelek nûner û endamên partiyên siyasî û rêxistinên civakî beşdarî meşê bûn.
Gulcîhan Kaya ku di protestoyên desteserkirinê de derket pêş û kure wê ji aliyê polîsan ve rastiyê êşkenceyê hat û mamosta Sîbel Suna beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankarta “Em li hemberî tundiya mêr û dewletê ber bi şoreşa jina ve dimeşin” hate vekirin û wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Jinan dowîzên bi nivîsa “Qeyûm derbe ye”, “Ji berxwedanê re dewam, ji azadî re silav”, “Ne qeyûm ne talan dîsa jin dîsa jiyan”, “Hêvî ji serkeftinê nirxtir e” û “Destê xwe nede vîna min” hilgirtin. Gel ji bi nîşaneya serkeftinê, çepik û dirûşmeyan xwedî li meşê derketin.
Hevseroka DEM Partî ya Êlihê Songul Korkmaz diyar kir ku gelê Êlihê ku bajarê berxwedanê ye, wê rê nedin polîtîkayên desteserkirinê.
Aktivîsta TJA’yê Hava Can jî diyar kir ku ew ê li dijî zihniyeta mêr têkoşînê mezin bikin û wiha got: “Jin li dijî van êrîşan xweparastina xwe pêş dixin û li gelek cihên cîhanê li ber xwe didin. Li cihên ku qeyûm hatine tayînkirin, berxwedan bi xurtî dewam dike. Em ji qadan bang li kesên ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” dikin hedefa xwe dikin; Ev felsefe wê ser bikeve û hûn ê têk biçin.”
“KOLAN ÇI DIBÊJE, EM Ê WÊ ESAS BIGIRIN’
Ayşegul Dogan bilêv kir ku desthilatdariya ku li hemberî têkoşîna jinan têk diçe êrîşên xwe zêde dike û wiha berdewam kir: “Dayikên berxwedêr xwedî li ziman, çand û hebûna xwe derdikevin. Gelê bajêr ji 4’ê Mijdarê ve li dijî êrîşên li ser vîna jinan li ber xwe didin. Em ê li dijî zîhniyeta ku vîna jinan nas nake li qadan bin. Em ê vîna xwe radestî tu kesê nekin. Kolan çi dibêje, em ê wê esas bigirin. Qeyûm dizane ku wê ev gel dev ji berxwedana xwe bernede. Ji ber vê yekê êrîş dikin. Lê ew ê li hemberî vê berxwedanê gav paşde biavêjin.”
‘QEYÛM DESTESERKIRIN Û TALAN E’
Ayşegul Dogan baş kişand ser xirakirinên desteserkeran û wiha got: “Qeyûm dizî, talan û desteserkirin e. Ev nikarin bikevin nava mirovan. Di nava diwarên beton de pereyê gel didizin. Me di berxwedanên qeyûmê de tundiyê dît. Ew gelek ku serê xwe bitewînin û li hemberî tundiyê bêdeng bimînin dixwazin. Ti desthilatdarî nekarî li hemberî têkoşîna jinan bisekine. Hemû jî tune bûn. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ felsefeyek e, niha jî êrîşî vê felsefeyê dikin. Êlih bajarekî ku dewlet polîtîkayên xwe yên qirêj di her serdemê de xistiye meriyetê. Ji salên 90’î heta vê salê polîtîkayên qirêj dixin meriyetê. Çawa ku beriya hilbijartinê têk çûn, wê dîsa têk biçin. Polîtîkayên we yên qirêj wê li hemberî vê felsefeyê bikêr neyê.”