ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê şervanê QSD’ê Dilxwaz Agir hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Dilxwaz Agir yê ku di serê meha Kanûnê de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Qamişloyê bi merasîmekê hat veşartin. -
Ji bo Şehîd Faîq Efrîn li Şehbayê konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Faîq Efrîn ê meha Îlonê li Wanê şehîd bû, li Şehbayê konê sersaxiyê hate danîn. -
Mihemed Fethî El-Şerîf : Li hember êrîşên Tirkiyeyê rabin
Lêkolîner Mihemed Fethî El-Şerîf diyar kir ku êrîşên Tirkiyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piralî ne û got, “Divê her kes li ber êrîşan rabe.” -
Şêniyên herêma Firatê sersaxî dan malbata gerîlaya HPG’ê Biharîn Kendal
Şêniyên herêma Firatê sersaxî dan malbata gerîlaya HPG’ê Biharîn Kendal a ku di sala 2020’an de li Wanê şehîd bûbû. -
YPJ: Dewleta Tirk a faşîst nûçeyên derewîn diweşîne
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bal kişand ser nûçeyên dewleta Tirk ku îdîa dike şervana wan Roj Xabûr nû şehîd bûye û destnîşan kir ku şervana wan 22'ê Tîrmehê şehîd ket û piştî rojekê jî şehadeta wê hate eşkerekirin. -
Kobanê: Dewleta Tirk wê nikaribe dagir bike
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Erdal Kobanê got, "Em ê bi canê xwe vê xakê biparêzin. Heta ku em hebin wê dewleta Tirk nikaribe vê derê dagir bike." -
'Dibistan nemînin em ê xwendekaran di malan de perwerde bikin'
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Feratê Bekir Ceradê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi taybet êrîşî dibistanan dike û got: "Dibistan nemînin em ê xwendekaran di malan de perwerde bikin." -
Dewleta Tirk êrîşê 5 gundên Kobanê dike
Dewleta Tirk, êrîşê gundên Çariqli, Cêsan, Koranê, Xerbîsan û Qeremoxê yên Kobanê dike. -
Li Kampa Holê çeteyekî DAÎŞ‘ê li ser sûc hate girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn çeteyekî DAÎŞ‘ê ku hewl da niştecihekî Kampa Holê qetil bike, girt. -
Li Dirbêsiyê û Qamişlo bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
Bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hezaran kes li Dirbêsiyê û Qamişlo meşiyan. -
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Rojava didome
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser cih û warên sivîlan yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. -
QSD: Dewleta Tirk saziyên xizmetguzariyê bombebaran kir
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, dewleta Tirk a dagirker di 5`ê Kanûnê malên sivîlan û saziyên xizmetguzariyê bombebaran kiriye. -
'Dewleta Tirk dixwaze çand û zimanê me ji holê rake'
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze çand û hunera gelê Kurd ji holê rake, ji ber vê saziyên perwerdehiyê dike hedef. -
Li Helebê wesayîta zirxî ya Tirk pêl jin û zarokekê kir
Wesayîta zirxî ya dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Atareb ê Helebê pêl jin û zarokek kir û qetil kir. -
YPJ: Mizgîn Kobanê 2'ê Tîrmehê şehîd bû
YPJ'ê ragihand ku dewleta Tirk nûçeyên manîpulatîf belav dike û got, "Hevrêya me Mizgîn Kobanê 2'ê Tîrmehê şehîd bû." -
Dewleta Tirk êrîşî gelek gundan kir
Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Efrîn, Girê Spî, Şehba û Til Temir ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. -
Li Minbicê ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Minbicê bi meşekî girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Dewleta Tirk a dagirker êrîşê gundên Rojava kir
Dewleta Tirk a dagirker, li Rojava gelek gund bombebaran kir. -
Li Kampa Waşûkanî tecrîd hat protestokirin
Xelkê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê, neçar man koçî kampa Waşûkanî bikin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir. -
QSD: Di 2 rojan de 51 gund hatin bombekirin
QSD’ê diyar kir dewleta Tirk di 2 rojan de 51 gund bombe kiriye. -
Komîteya Perwerdeyê 'êrîşa barbar' a li Qamişloyê şermezar kir
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê 'êrîşa barbar' a li dijî saziya perwerdeyê ya li Qamişloyê şermezar kir. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê teqîna li Qamişloyê daxuyanî da
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir teqîna li Qamişloyê ji aliyê ‘terorîstan’ hatiye kirin û xebatkarên saziya perwerdehiyê bûne hedef. -
Xwendekarên Zanîngeha Rojava li dijî tecrîdê çalakî kirin
Xwendekarên Zanîngeha Rojava li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xistin û daxwaza azadiya Ocalan kirin. -
Endama Fermandariya QSD’ê Newroz Ehmed: Wê bersiva pêwist were dayîn
Endama Fermandariya QSD’ê Newroz Ehmed diyar kir li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk rewşenbîr xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin û got “Amadekariyên me hene. Wê her kes bersivê bide van êrîşan.” -
Hejmara 5'emîn a Kovara Jinên Ciwan 'Silava' derket
Kovara Jinên Ciwan 'Silava' bi hejmara xwe ya pêncemîn a dawiya sala 2022 derket.