PYD: Em ê li hemberî dijmin berxwedanê mezin bikin

Meclîsa Giştî ya PYD’ê Şîlan Kobanê û 4 hevrêyên wê di 18’emîn salvegera şehadeta wan de bi bîr anî û got: “Em ê ji bo azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê û Kurdan li hemberî dijmin berxwedanê mezin bikin.“

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyek nivîskî Şîlan Kobanê û 4 hevrêyên wê di 18’emîn salvegera şehadeta wan de bi bîr anî.

Di daxuyaniya Meclîsa Giştî ya PYD′ê de ev tişt hate gotin:

“Îro salvegera 18′emîn ya şehadeta têkoşer Şîlan Kobanê û hevrêyên wê ye. Şehîd Şîlan û hevrêyên wê Ciwan, Cemîl, Fûad û Zekeriya û beriya wan jî Ehmed Hisên (Bavê Cûdî) ku yekemîn şehîdê PYD′ê bûn di bin êşkenceya leşkerî ya Sûriyeyê de hate şehîdxistin, ev pêşengên PYD′ê bûn.

Di mîna van rojan û rewşên zehmet de ku gelê herêmê tevahî tê re derbas dibe, hevrêyên xwe yên PYD′ê û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em hêz û vîna xwe di bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkerî , terorê de ji van şehîdan digirin.

Dema ev pêşeng hatin hedefgirtin, partî di sala xwe ya destpêkê de bû û dijmin texmîn dikir ku bi kiryara xwe wê partiyê qels û bi dawî bike. Lê tişa bûye ew e ku şehîd bûn pêşengên têkoşîn û gel bi pêşengên xwe ve girêdayî bûn.

Şehîdên me rûmet û serbilindiya me ne û ronahiya rêya têkoşîna me ne. Şîlan Kobanê û hevrêyên wê pêşengên karwana şehîdan û rêya xurt a li dijî dewleta Tirk û bermahiyên DAÎŞ′ê û çeteyan in. Heta pêkanîna armancên wan em ê li ber xwe bidin. Bila dijmin bizane ku em ji bo têkoşîna azadî û rûmeta pêkhateyên Sûriyeyê û gelê Kurd, em ê li hember dijmin li ber xwe bidin."