Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava dewam dikin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Bi droneyeke kamîkaze êrîş li ser gundekî Kobanê hate kirin. Di êrîşê de 2 leşkerên Şamê birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker bi droneyeke kamîkaze êrîş bir ser nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Koranê yê li rojhilatê Kobanê.

Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşê de 2 leşkerên Şamê birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Kobanê.

Dewleta Tirk bi dema herêmî saet di 11:50'î de li gundê Gozeliyê yê li rojavayê Til Temirê bi topan êrîş kir.

Heman hêza dagirker bi dema herêmî sae di 02:45'an de navenda navçeya Zirganê, gundên Rebîat, Til Werd, Bobî, Mihermele, Dad Ebdal, Esediyê bi obus û hawanan bombebaran kir.