Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker a 30’ê Mijdarê eşkere kir.
Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin:
“Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketin roja xwe ya 12’an. Wekî her carê dagirkerî mal û zeviyên sivîlan dike armanc û hewld dide koçberiyê li wan ferz bike.
Encamên êrîşên dagirkeriyê yên saetên dawiyê yên roja 29’ê Mijdarê û her wiha roja 30’ê Mijdarê wiha ne:
29’Ê MIJDARÊ
Herêma Cizîrê;
Til Temir
Gundên Um El Kêf û Tewila bi obusan hatin topbarankirin.
Herêma Firatê;
Kobanê
Gundên Cîşan, Goran û Xirbîsan 5 caran bi obusan hatin topbarankirin.
Girê Spî
Gundên Huşan, Selîbî û Saronc bi obus û hewanan hatin topbarankirin.
Eyn Îsa
Rojhilatê bajar 3 caran bi obusan hat topbarankirin.
Minbic
Gundên Til Hemam, El Mihesnilî û pirê Qereqozax 11 caran bi obusan hatin topbarankirin.
30’Ê MIJDARÊ
Herêma Efrînê;
Gundên Bêne, Aqibê, Şewarqa, Merenaz, Tatmaraş, Soxaneke, Tinnib, Elqemiyê, Malikiyê, Birc Qasê, Meyasê, Im Hûş, Im Qura, Samûqa, Hirbil, Eyn Deqnê, Bêlluniyê, Şêx Îsa, Seddê Şehba û bajaroka Til Rifat 80 caran bi obusan û 6 caran jî bi hewanan hatin topbarankirin.
Herêma Cizîrê;
Til Temir
Gundê Tewila, Til Leben, Gozeliyê û Um El Xêr bi obusan hatin topbarankirin.
Zirgan
Gundên Bobî, Esediyê, Dada Ebdal, Ereb Xan, Rabîat û bajaroka Zirganê 35 caran bi obusan hatin topbarankirin. Di van êrîşan de li gundê Ereb Xan malên gundiyan zirar dîtin.
Li hember van êrîşan hêzên me di heman wextê de bersiv dan.
Herêma Firatê;
Kobanê
Gundên Çarixlî, Goran û Xerbîsan 2 caran bi obusan, carekê jî bi hewanan hatin topbarankirin.
Girê Spî
Gundên Erîda, Bîr Zinar, Kor Hesen, Dibis, Xirbet Beqer, Cedîda, Seyda, Kîtik, Hoşan, Sarone, Selîbî û rêya M4 bi obus û hewanan hatin topbarankirin, her wiha bi doçkayan hatin gulebarankirin.
Eyn Îsa
Rojhilatê bajar û gundê Hemam 4 caran bi obusan hatin topbarankirin.
Minbic
Gundê Qirt Wêran bi hewanan hat topbarankirin.
‘ŞERVANEK ŞEHÎD BÛ’
Tirwaziyê
Bejahiya bajaroka Kenterî bi obusan hat topbarankirin. Di encamê de şervanekî me şehîd ket, şervanekî me jî birîndar bû.”