Dewleta Tirk Til Rifet, Şehba û Şêrawayê bombebaran dike

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora navçeya Til Rifet û gundên herêma Şehbayê û navçeya Şêrawayê bombebaran dike.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, balafirên şer ên dewleta Tirk derdora navçeya Til Rifet û gundê Bêlûniyê yê herêma Şehbayê bombebaran dike.

Hate zanîn ku dewleta Tirk a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê jî topbaran dike.