ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Qamişloyê wesayîtek teqiya
Li kolana Quwetlî ya Qamişloyê wesayîtek teqiya. -
Li Reqayê li dijî dagirkeriyê meş hat lidarxistin
Bi sedan kes li Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan û destnîşankirin ku wê bi QSD’ê re bin û wê deskeftiyên ku bi fedakariya şehîdan hatin bidestistin, biparêzin. -
Dewleta Tirk Zirgan bi fuzeyan bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker, navçeya Zirgan a girêdayê Kantona Hesekê da bi fuzeyan bome kir. -
Rêxistinên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Neteweyên Yekbûyî kirin
17 rêxistinên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikin bi nameyek hevpar bang li Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk tevbigere. -
QSD: Dagirkeran bombe li 46 gundan barandin
QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di 3'ê Kanûnê de bombe li ser 46 gundên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. -
Gundên Til Temirê hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundên Til Leben û Um El Kêf ên Til Temirê barand. -
Şêniyên herêma Firatê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd daketin qadan
Şêniyên herêma Firatê li dijî tecrîdê meşiyan û destnîşan kirin ku ji bo misogerkirina fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi xurtî li ber dagirkeriyê rabin. -
Dagirkeran gundên Til Temir, Kobanê û Eyn Îsayê dan ber topan
Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temir, Kobanê û Eyn Îsayê doh êvarê jî bi rengekî giran da ber topan. -
Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov, li Amûdê êrîş kir
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û biçek wesayitek li Amûdê ya li Rojava bombebaran kir. -
Bi hezaran kes li Hesekê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan
Bi hezaran kes li Hesekê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava dewam dikin: Zarok jî birîndar bûn
Dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li ser Rojava de li sivîlan dide. Di êrîşan de zarok jî birîndar bûn. -
Ciwanên Ereb: Em ê li gel hêzên leşkerî xaka xwe biparêzin
Rêxistinên ciwanan ên Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo parastina axa xwe û rizgarkirina herêmên dagirkirî ew ê mil bi milê tevî hêzên leşkerî yên QSD’ê li qadan şer bikin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê El Hemles hate veşartin
Şervanê QSD’ê Kesar Casim El Hemles ê ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Şedadê bi merasîmekê hate veşartin. -
QSD’ê bîlançoya roja 13’an a êrîşê eşkere kir
QSD’ê bîlançoya roja 13’an a êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. -
Li Dêrikê li dijî tecrîda Îmraliyê meşek hate lidarxistin
Li Dêrikê ya kantona Qamişloyê ji bo şermezarkirina tecrîda Îmraliyê meşek hate lidarxistin. -
Artêşa Tirk a dagirker li Eyn Îsa û Girê Spî dide
Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran li herêmên Eyn Îsa û Girê Spî dide. -
Hesen: Ev gel wê bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî, têkoşîna xwe bidomîne
Hevserokê Komîteya Xebatên Qada Civakî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Cîhat Hesen diyar kir ku ev tişta ku diqewime, ne li dijî hêzêkî ye û got: “Ev şer li dijî hebûna gelê Kurd e. Ev şerê hebûn û tunebûnê ye.” -
Kesiryan: Em dev ji axa xwe bernadin
Serokê Meclîsa Ermeniyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Yervend Kesiryan jî got, “Em ê axa xwe neterikînin. Em ê nehêlin dagirker werin. Çi mezin çi biçûk be jî em ê çekan rakin û şer bikin." -
‘Dewleta Tirk, ne bi tenê herêmê lê dixwaze Sûriyeyê gişî bixe destên xwe’
Hevseroka Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid diyar kir ku divê cîhan bertekên xwe nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bide û got: “Dewleta Tirk, ne bi tenê herêmê lê dixwaze Sûriyeyê bixe destên xwe." -
QSD: Dewleta Tirk di 24 saetan de 70 gund û bajarok bombe kir
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di 1’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 70 gund û bajarok bombe kiriye. -
Êrîşên kîmyewî û Rojava di rojeva Parlamenta Swîsreyê de ye
Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û berxwedana li Îranê 3 pêşnûme pêşkêşî Parlamenta Swîsreyê hatin kirin. -
Li Minbicê wesayîta bombebarkirî teqiya
Li başûrê Minbicê wesayîteke bombebarkirî teqiya. Her wiha êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi ser Rojava berdewam in. -
Şehîdên Komkujiya Teqil Beqil hatin bibîranîn
11 kesên ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li hemberî Teqil Beqil a li Koçerat de şehîd bibûn, li ser gorên xwe hatin bîranîn. -
Xelkê herêma Feratê cenazeyên 3 şehîdan veşartin
Bi sedan kesên li herêma Feratê cenazeyên şehîd Mihemed Misto, Zêdo Esed û Xalid Xelîl ku duh li navçeya Sirînê ya Kobanê dema rabûna bi erka xwe ya leşkerî şehîd bûn, veşartin. -
Dewleta Tirk mizgeftek bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker mizgefta gundê Tirwaziyê yê rojhilatê Eyn Îsa bombe kir.