Rûspiyên eşîrên Şehbayê: Em ê li dora QSD'ê bibin xelek

Rûspiyên eşîrên Şehbayê diyar kirin, ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bibin xelek û bang li gelên Sûriyeyê hemûyan kirin ku bibin yek.

Şêx û Rûspiyên eşîr û êlên Şehbayê li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmê û helwesta wan a li dijî vê dagirkeriyê ji ANF'ê re axivîn.

Îbrahîm Dîb El-Îssa rûspiyê eşîra Bo Îssa anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze împaratoriya Osmanî li herêmê vegerîne û careke din pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike. Îbrahîm Dîb El Îssa got, "Ji ber wê jî ev demeke dîsa êrîşên xwe ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tîne û gelek sivîl bûn qurbaniya van êrîşan. Her wiha di aliyekî din de dewletên hegemon ku li Sûriyeyê de bi cih bûne, li hember vê yekê bêdeng in. Ev jî nîşan dide ku careke din komployeke hevkar li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin."

Mihemed Cuma El-Xişyan rûspiyê eşîra Numan li êrîşên dewleta Tirk got, "Êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan didin ku armanca dewleta Tirk ew e ku dagirkeriya xwe zêde bike. Her wiha li hember van êrîşan jî Yekîtiya Ereban 'Camêa El-Erebiye' bêdeng e. Ev jî diyar dike ku her kesî ev dagirkerî qebûl kiriye. Ji bo wê jî ev dewlet helwesta xwe li hember van êrîşan dernaxin."

Ji rûspiyên Efrîn Omar Ebdul Hemîd jî li ser mijarê got, "Bi hinceta teqîna ku li Stenbolê dewleta Tirk êrîşî ser herêmên Bakur û Rojhiltaê Sûriyeyê dike. Ev jî ji despêkê ve diyar bû ku komplo ye da ku bi vê şêwazê siyaset li gorî berjewendiya xwe bimeşîne. Ji ber dewleta Tirk di dema dawî de lewaz ketibû. Ji bo dewleta dagirker ji herêmên me yên dagir kiriye bê derxistin, divê gelên herêmê serî hildin."

Rûspiyên eşîran herî dawî destnîşan kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê wê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re têbikoşin û banga yekîtiyê li tevahiya gelên Sûriyeyê kirin.