Jin li Heleb, Minbic û Şehbayê meşiyan

Jinên ku li Heleb, Minbic û Şehbayê bi boneya 25ˈê Mijdarê daketin qadan peyama, “Jin, Jiyan, Azadî” dan.

Li Heleb, Şehba û Minbicê jî bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî meşên girseyî hatin lidarxistin.

HELEB

Li Helebê jî bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Naveteweyî meşek ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star ve hat lidarxistin.

Di meşê de wêneyên Rêber Apo, wêneyên şehîdên Komkujiya Yekemîn a Parîsê (9ˈê Çileya 2023) Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û fermandara YPJˈê Jiyan Tolhildan ku 22ˈyê Tîrmeha 2022ˈyan di êriîa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, hatin hildan.

Meş li Çerxerêya Rêber Apo ya li herêma Cebanat a taxa Şêxmeqsûdê sekinî. Endama rêxistina Kongra Star a Helebê Emîne Beyrem û rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan Reşa Milhim axivîn.

Emîne Beyrem diyar kir ku felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" ya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye ji tevahî şoreşgeran re bûye dirûşmek û azadiya civakê bi azadiya civakê ve girêdayî ye.

Reşa Milhim bi boneya 25ˈê Mijdarê şehîdên azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku berxwedana jinan a ji bo azadiyê dê raneweste. Reşa Milhim berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li hemberî pergala êşkence û qirkirinê silav kir û da zanîn ku şoreşa jinan a xwe dispêre felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wê heya azadiyê bidome.

MINBIC

Li Minbicê jî li dijî tundiya li ser jinan meşeke girseyî hat lidarxistin.

Piştî meşê li Çerxerêya Mêzan a navenda bajar mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Minbicê Sîham Hemo axivî.

Sîham diyar kir ku Şoreşa 19ˈê Tîrmehê şoreşa jinên azad e û got: "Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi felsefeya Jin, Jiyan Azadî ji tevahiya jinên li cîhanê re bûne mînak. Ev dirûşme di navaroka xwe de wateyên berxwedan û têkoşînê hildigire. Jin wê têkoşîna azadiyê bidomîne."

Sîham soza domandina têkoşîna bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" da.

Mîtîng bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

ŞEHBA

Rêxistina Kongra Star a kantona Efrînê - Şehbayê bi boneya 25′ê Mijdarê meşek li bajarokê Ehdas ê Şehbayê li dar xist. Bi hezaran koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê beşdarî meşê bûn.

Meşvan ji çerxerêya bajêr heta pêşiya Desteya Perwerede û Hîndekariyê meşiyan. Li wir endama Kongra Star Rodîn Mihemed berxwedana jinan a li Şehba, Efrîn û tevahî cîhanê silav kir.

Rodîn Mihemed wiha got: "Jinên li Kurdistanê kesayeta xwe di tevahî aliyên siyasî, aborî, çandî û hwd de li hember zîhniyeta baviksalar îsbat kir û ji bo azadiya xwe tê koşiya.

Dûre endama Kongra Star Reca El Hisên axivî û diyar kir ku tundî ji hêla desthilatdariyê ve bi her şêweyî li ser civakê tê meşandin û ji bo şikandina tundiyê divê berxwedan geştir bibe.

Meş bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.