Rêxistinên Elewiyan çûn serdana şaredariya Dersimê

Nûnerên rêxistinên Elewiyan ên li dijî derbeya qeyûm çûn Dersimê, peyamên piştevanî û berxwedanê dan.

Çalakiyên nobetê yên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Dersimê berdewam in. Girseya ku li Sûka Binerdî ya li navendê kom bû, heta pêşiya şaredariya qeyûm lê hatiye tayînkirin meşiya. Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mutlu, Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan, Serokê Giştî yê PSAKD’ê Cûma Erçe, Seroka Giştî ya Komeleya Elewiyan a Çandê Seher Şengullu, Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyan a Tirkiyeyê Zeynel Abîdîn Koç û Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Bektaşî Mûstafa Aslan tevlî bûn.

Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû di axaftina xwe de got ku çavkaniyên sererd û binerd ên Dersimê her tim rastî êrîşan tên û wiha got: “Di esasê xwe de qeyûm ne tenê guherîna şaredariyê yan jî xespkirina kursiyê ye. Talankirina erdnîgariyekê, tunekirina çanda wê ye. Ev qeyûm di heman demê de dijminatiya gel, xweza û baweriyê dikin. Tevî hêzên demokrasiyê dê têkoşîna me ya li dijî qeyûman bidome. Tevî zext û zilma we jî ev gel îradeya we qebûl nake. We nas nake.”

Cûma Erçe jî destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman di heman demê de hedefgirtina saziyên baweriyê ye. Erçe, bilêv kir ku weke nûnerên bi milyonan elewiyan ew ji bo piştevaniyê hatine Dersimê û ev tişt anî ziman: “Yên dixwazin Elewîtiyê tune bikin û li dijî baweriya me şer bikin, dema dîtin piştgiriyê nagirin ev gav avêtin. Lewma jî ev zîhniyeteke qeyûmperest, yekperest, înkarger û asîmîlasyonker e.”

Mûstafa Aslan jî da zanîn ku dê li dijî qeyûman piştevaniya xwe ya bi gelê Dersimê re bidomînin. Seher Kultur jî got ku ew neviyên kesên bi hezaran salan e li ber xwe didin in û ew ê xaka Dersimê ji zîhniyeta talanker re nehêlin. Nûnerê SMF’ê Mahîr Guruz, hunermend Erdogan Emîr jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan û gotin: “Qeyûm talan e û em ê li dijî vê talanê bisekinin û li cem xelkê Dersimê bin.”

Piştî daxuyaniyê li pêşiya şaredariya Dersimê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.