Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Bombebarana li ser gundên Rojava dewam dike

Dewleta Tirk a dagirker gelek gundên Girê Spî, Kobanê, Şehba û Til Temirê bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Xirbet Baqir ê rojavayê Kantona Girê Spî bebebaran kir. Li aliyê din jî tevgera hewayî li herêmê berdewam dike.

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Gozeliyê yê dikeve başûrrojavayê navçeya Til Temirê bombebaran dike. Gundê Şêx Îsa yê Şehbayê jî hate bombebarankirin.

Dewleta Tirk a dagirker hema bêje her roj gelek gundên Kobanê bombebaran dike. Divê saetê de jî mezraya Ehmed Mûnîr, gundê Carxilî û Zormixarê jî bombebaran dike.