Li Şengalê meşa 25'ê Mijdarê
Li Şengalê civaka Êzidî û Ereb bi pêşengiya TAJÊ bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê meşek lidar xist. Di meşê de ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî tundiyê bang hate kirin.
Li Şengalê civaka Êzidî û Ereb bi pêşengiya TAJÊ bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê meşek lidar xist. Di meşê de ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî tundiyê bang hate kirin.
Îro di roja têkoşînê ya gerdûnî a jinan de ku bi 25’ê Mijdarê sembolize bûye de, civaka Êzidî û Ereb bi hemû beşên xwe yên civakê, bi hemû sazî û dezgehan bi pêşengiya jinên Êzidî û Ereb yên Şengalê meşiyan.
Di meşa li Sinûnê hate lidarxistin de, bi sedan wêneyên jinan ên bi destê mêr, DAIŞ, PDK û dewleta Tirk hatine qetilkirin hate rakirin.
Di meşê de bi dehan posterên Rêber Ocalan jî hatin rakirin. Di meşê de bênavber dirûşmên, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Berxwedana Jin’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ hate gotin.
Meşa li ber Meclîsa Gel a Sinûnê destpêkir heya çar rêya Mam Zekî dewam kir. Bi navê girseyê û TAJÊ Neam Bedel axivî û destpêkê roja 25’ê Mijdarê ku roja têkoşînê ya tevahî jinane li jinên têkoşer û berxweder pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em roja têkoşîna dijî tundiya li ser jinê li hemû jinên li dijî tundiyê têdikoşin û berxwe didin, li hêzên me yên YJŞ, YPJ û YJA Starê pîroz dikin. Li hemû jinên di şoreşê de di vê oxirê de canê xwe fedakirine, pîroz dikin. Bi hezaran jin li zîndanên Îranê de ne, em vê rojê di şexsê wan de li hemû jinên girtî pîroz dikin. hemû jinên hîn jî dibin êşkenceya DAIŞ’ê de dijîn vê rojê li wan wan jî pîroz dikin.’
Neam Bedel ji hemû jinan xwest li dijî tundiya mêr û dewletê rabin û got: “Em dibêjin, divê jin li her derê li dijî tundiyê û bindestiyê rabe û qebûl neke. Divê ti carî desthilatdariyê li ser xwe qebûl nekin. Li Tirkiye, Iraq, Îran û li Kurdistanê jin tên qetilkirin. Em dibêjin, bese ji tundiya li ser jinê re.”
Neam Bedel ji jinên Êzidî jî xwest li dijî tundiya mêr rabin û got: “Divê jinên Êzidî jî êdî rabin ser xwe û êdî êşkence û tundiyê li ser xwe qebûl nekin. Heya jin azad nebe, civaka me azad nabe. Em dibêjin, bese ji kuştina jinan re. Weke serokatî dibêje, divê wekheviya jin û mêr di nava civaka me de jî pêşbikeve. Pêwîste jin jî desthilatdariyê qebûl neke û şoreşa xwe pêk bîne. Em silavên xwe ji Werîşe Mûradî û hemû jinên din ên li zîndanên Îranê li berxwe didin re dişînin. Emê bi ‘jin jiyan azadî’ yê serketinê bînin.”