Êrîşên li ser Eyn Îsayê zêde bûn
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê zêde bûn. Dewleta Tirk êrîş bir ser depoyên li navçeyê.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsayê zêde bûn. Dewleta Tirk êrîş bir ser depoyên li navçeyê.
Dewleta Tirk a dagirker bi dema herêmî saet di 15:00 de li bejahiya rojhilatê Eyn Îsayê bombe li Rêya Bejahî ya M4 û depoyên li navçeyê barand.
Saet di 13:40'î de jî dewleta Tirk ji baregeha Ebû Nûr a li gundê Bîr Îsayê bombe li gundê Ûm Beramîl û Sikêro yên lir ojhilatê Eyn Îsayê barandibû.
Beriya bi nîv saetê jî êrîş bir ser gundê Mişêrfê yê li rojhilatê bajêr.