Ji bo Rêberê Gelê Kurd li Qamişloyê meşek hate lidarxistin
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qamişloyê meşek hate lidarxistin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qamişloyê meşek hate lidarxistin.
Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê ji bo piştgiriya helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hevdîtina bi CPT’ê re red kiribû meşek li dar xist.
Bi sedan Kurd, Ereb û Suryan û endamên TEV-DEM, Tevgera Ciwanên Şoreşer, PYD, Kongra Star, hiqûqnas û Yekitiya Jinên Ciwan tevlî meşê bûn.
Meşê ji çerxerêya Şerq a li rojhilatê bajarê Qamişlo dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo"û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin û wêneyên Rêber Ocalan hatin hildan.
Meş li ber avahiya Şaredariya Gel a Qamişlo rawestiya. Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, endamê Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî. Kenan Berekat berxwedana gel a li hemberî êrişên dewleta Tirk silav kir û got: "Gelê beşdarî vê meşa piştgiriyê bûye, li hemberî êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide û bi îrade û israreke xurt bi xaka xwe ve girêdayî. Ev gel careke din bi xwedîderketina li Rêber Ocalan û berxwedana wî ya li girtîgeha Îmraliyê, helwesta xwe nîşan dide."
Berekat bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan "Tecrîd heta roja me ya îro berdewam dike, lê gelê me têkoşîna xwe ya li ser esasê fikrê Rêber Ocalan didomîne û hêz û îradeya xwe ji hêzên xwe yên leşkerî û berxwedana Rêber Ocalan digire. Ev yek îsbat dike ku gel bi fikrê Rêbertiya xwe ve girêdayî ye."
Kenan Berekat di dawiyê de bang li şêniyan kir ku ji bo mîsogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşînê xurt bikin û li derdora Rêber Ocalan de kom bibin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Berxwedan jiyan e", "Serkeftin ya me ye" û tîlîliyên dayikan bi dawî bû.