Meclîsa Leşkerî ya Suryanî: Em ê li ber dagirkeriyê rabin

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena destnîşan kir ku bi navê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî wê li ber êrîşên dagirkeriyê rabin û got, "Em ê li dijî faşîzma Tirk şer bikin."

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena destnîşan kir ku heta herêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin wê dest ji têkoşînê bernedin.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena têkildarî êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî. Hena anî ziman ku êrîş li ser her beşên civakê tê kirin û got, "Ji Şehbayê heta bi Dêrikê li hemû bajar û gundan êrîş li dijî hemû gelan hate kirin. Dewleta Tirk êrîş bir ser çavkaniyên li herêmê. Bombe li saziyên xizmetê, navendên tenduristiyê, stasyonên elektrîkê, embarên genim, navendên gazê û cih û warê sivîlan barand. Bi van êrîşan xwest îradeya gel bişikîne. Di encama êrîşan de hevalên me û mirovên ji gelê me şehîd bûn."

BOMBE LI 10 GUNDÊN SURYANIYAN HATE BARANDIN

Matay Hena li ser êrîşên li dijî gundên Suryanî û Asûriyan agahî da û got, "Gundên Asûrî, Suryanî û Keldaniyan ên li Tirbespiyê; Girê Şeran, Rotan, Hertan, Girda Hor, Kabre, Hewere, li Til Temirê gundên Til Eşman, Til Cûma, Til Keyfçî, Til Tawir û gelek gundên din hatin bombekirin."

PIŞTGIRIYA JI BO DAÎŞ'Ê Û ÇETEYÊN DIN

Hena bi bîr xist ku dewleta Tirk ji bo hincetê ji êrîşê re nîşan bide li Stenbolê teqînek organîze kir û got, "Bi dagirkirina xaka Sûriyeyê re dixwaze çeteyên mîna DAÎŞ, Cephet El Nûsra li herêmê belav bike. Bi êrîşa li ser Kampa Holê û Girtîgeha Çerkînê dixwaze DAÎŞ'ê bixe nava liv û tevgerê. Dewleta Tirk her tim dixwaze hizûra gelê me û herêma me xera bike. Li dijî dewleta Tirk em ê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin ku bi xwîna şehîdên me azad bûye."

ME AMADEKARIYÊN XWE TEMAM KIRINE

Matay Hena destnîşan kir ku bi navê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî wan li dijî êrîşên dagirkeriyê amadekariyên xwe temam kirine û got, "Ji bo pêşîgirtina li dagirkeriya Tirk, weke Suryaniyan me amadekariyên xwe temam kirine. Em ê li dijî faşîzma Tirk şer bikin. Heta ku Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên Sûriyeyê yên dagirkirî rizgar bikin, em ê dest ji têkoşînê bernedin."