Rojnamevan Rûken Cemal: Dewleta Tirk li Rojava bi zanebûn rojnamevanan dike hedef

Rojnamevan Rûken Cemal diyar kir ku dewleta Tirk bi zanebûn xebatkarên çapemeniyê yên Rojavayê Kurdistanê dike hedef û hewl dide dengê rastiyê qut bike.

Rojnamevan Rûken Cemal diyar kir ku ew dizanin ku eger êrîşeke dagirkeriyê ya bejahiyê pêk were wê şert û merc gelekî xerabtir bibin, wan xwe li gorî vî tiştî amade kirine û ew ê bibin dengê heqîqetê.

Rojnamevan Rûken Cemal ji ANF’ê re qal kir ku di êrîşên dagirkeriyê de saziyên çapemeniyê û rojnamevan dibin hedef û got “Her kes dizane, bi taybetî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ji pêvajoyeke dijwar derbas dibe. Êrîşên dewleta Tirk ên di 19’ê Mijdarê de dabûn destpêkirin berdewam dikin. Komkujî bi êrîşa li ser Dêrikê di şeva ewil de pêk hat. Di vê komkujiyê de hevalê me yê Rojnamevan Îsam Ebdullah jî di nav de 11 welatî şehîd bûn. Hevalê me yê Rojnamevan Mihemed Cerada jî ku ji bo şopandina êrîşa li Girê Miştenûr a Kobanê bû jî birîndar bû.

Di şerê li Serêkaniyê û Girê Spî de jî ev yek bû. Dema em li dîroka têkoşîna azadiyê dinêrin li gelek cihan rojnamevan rasterast bûne hedef. Li Mexmûrê Denîz Firat, li Şengalê Nûjiyan Erhan û Endama Çapemeniya YJA Starê Jiyan Amargî ku li çiya rojnamevana şer bû, şehîd bûn. Hevalên me yên rojnamevan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibin hedefa êrîşên yekser. Ji bo dengê rastiyê kêm bikin, ji bo rastiya ku gel xwedî li welat, ax û şoreşa derdikeve veşêrin, êrîşên bêdengkirinê li ser çapemeniya azad hene. Hevalên me yên rojnamevan di sala 2019’an de li Serêkaniyê di êrîşa ku me dîtibû de şehîd bûn û birîndar bûn. Hevalên me yên rojnamevan li ber çavên me hatin qetilkirin. Hevalê me yê rojnamevan Dilovan Gever di êrîşên hovane yên li Girê Spî de tevlî karwanê şehîdan bû. Ev tişt diyar dike ku çapemeniya azad a ku dengê gel e, yekser dibe hedef."

Rojnamevan Rûken Cemal diyar kir ku ew di bin şert û mercên giran de weşangerî û rojnamevaniyê dikin û got “Her roj hevalên me yên rojnamevan dibin hedef. Em ê li ser şopa şehîdên xwe de weke ku jiyana xwe li ber xwe bidin, bibin dengê gel û şerê wî yê mafdar. Em ê vî dengê ku mîrateya şehîdên me ye bi awayekî herî baş û bi hêz bigihînin raya giştî. Çeteyên ku dewleta Tirk li ser sînorên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û Bakurê Kurdistanê bi cih kiriye xeteriya herî mezin li ser tevahiya herêmê ye. Armanca dewleta Tirk ew e ku van çeteyan heta Dêrikê bi cih bike.

Çavkaniyên herî bingehîn ên jiyanê dikin hedef. Gelê herêmê îro bê av û bê ceyran e. Armanca wan ew e ku çavkaniyên bingehîn ên jiyanê tune bikin û gel bidin koçberkirin. Piştre jî komên çeteyan û artêşa dagirker bi cih bikin. Ev ne tenê ji bo Rojava-Bakurê Kurdistanê, ji Başurê Kurdistanê û Şengalê ji bo her derê xetere ye. Berxwedana ku îro li Rojava tê nîşandan berxwedana neteweyî ye. Serkeftina ku li vir were bidestxistin, serkeftina hemû Kurdistanê ye.”

Rojnamevan Rûken Cemal diyar kir helwesta çapemenî û rojnamevanên Kurd helwesta herî xurt û radîkal e û divê piştgiriyê bidin berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got “Divê bizanibin ku; ev êrîş ji bo Başûr û Bakur jî heman xeteriyê çêdike. Ji ber vê yekê rojnamevanên Kurd li ku dibin bila bibin divê bi vê berpirsyarî û hesasiyetê têkoşîn û berxwedanê biparêzin. Divê em bi van kesan re bin. Divê em rastiya heyî ragihînin.

Ji bilî bomberdûmanê tê gotin ku dewleta Tirk wê ji bejahî ve êrîşî herêmê bike. Weke rojnamevanên Bakur-Rojhilatê Sûriyê, belkî rojên dijwartir li pêş bin. Weke rojnamevan em xwe di vî warî de amade dikin. Bi vê rastiyê em amadekariyên xwe dikin. Çawa ku gelê herêmê ji êrîşeke muhtemel a li ser herêmê re amade ne, em jî amade ne. Ger em rastî êrîşên dijwar bên û jiyana xwe ji dest bidin jî, ji ber şert û mercan em ê li vir nikaribin hemû heqîqetê ragihînin jî tişta ji destê me tê em ê bikin. Li ser vê bingehê ez bang li hemû sazî û dezgehên çapemeniyê û rojnamevanan bi taybetî jî li çapemeniya Kurd dikim, ‘Parastina tiştên li vir diqewimin, parastina rûmeta mirovahiyê ye’ Ji bo pêşîgirtina li komkujiyên nû divê hemû rojnamevan bi vê berpirsyariyê tevbigerin.