'Gel hemû HPC ye'
Endamên Hêza Parastina Civakî (HPC) diyar kirin, ku ji bo parastina xwe û vegera li Efrînê wê berxwedaneke efsanewî nîşan bidin û destnîşan kirin ku wê teqez bibin mertalên zindî.
Endamên Hêza Parastina Civakî (HPC) diyar kirin, ku ji bo parastina xwe û vegera li Efrînê wê berxwedaneke efsanewî nîşan bidin û destnîşan kirin ku wê teqez bibin mertalên zindî.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yek ji hêzên sereke yên parastina civak û herêmê Hêzên Parastina Civakî (HPC) ye. Endamên HPC'ê li dijî êrîşên vê dawiyê yên dewleta Tirk a dagirker biryardariya xwe ya ji bo berxwedan û serketinê nîşan dan.
Endamê HPC'ê Şêx Mihemed ê ji Efrînê bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bêdengiya hêzên hegemon ên li herêmê û got, "Em ê dengê xwe bilind bikin û bersivê bidin dijmin. Hêza Parastina Civakî ji gel hatiye avakirin û bi erka parastina gel radibe. Wê bi her awayî bersivê bide dijminan. Lewma gel hemû HPC'î ye, ji ber ku ev rêxistinî rêxistina gel e. Baweriya me bi hêza xwe heye, em ê li ber êrîşên dewleta Tirk rabin."
Endama HPC'ê Zekiye Sîdo jî bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker ev demeke bi rengekî hovane êrîşî herêmên wan dike û got, "Armanc ji van êrîşan ew e ku gel ji herêmê derxînin. Ji ber vê yekê HPC a ku ji gel hatiye avakirin, bi taybetî jî jin wê bi rengekî tund li ber van êrîşan rabin. Gelê me ku xwe li ser fikrê Rêber Apo bi têgihiştina şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin kiriye, ji êrîşan natirse."
Zekiye Sîdo destnîşan kir ku wê ti carî ji herêmên xwe dernekevin û her tim parastina gelê xwe bikin.