Kongra Star name ji CPT re şand: Divê tecrîd bi dawî bibe!

Meclîsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Kongra Star ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re nameyek şand.

Meclîsa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya CPT'yê nameyek ji CPT re şand.

Di nameyê de hat bibîrxistin ku tecrîdek girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û hemû mafên mirovî, qanûnî, siyasî yên navneteweyî hatine binpêkirin.

Hat destnîşankirin ku ev demeke dirêj e agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayên girtin, destûra parêzer û malbatan ji bo hevdîtinê nayê dayîn, saziyên navneteweyî yên eleqedar jî li hember vê rewşê bêdeng in.

Di dewama nameyê de hat bibîrxistin ku CPT yek ji wan saziyan e ku rewşa Îmraliyê bişopîne, lê heta niha bêdeng e û diyar e ku ketiye bin bandora hêzên serwer.

Di dawiya nameyê de bang li CPT'yê hat kirin ku li gorî erk û berpirsiyariyên xwe tevbigere, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zelal bike û ji bo bidawîkirina tecrîdê û hesabpirsîna ji sûcdaran bixebite.