Li Dêrazorê 10 çeteyên DAÎŞ`ê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku bi êrîşên dewleta Tirk re tevgera çeteyên DAÎŞ’ê zêde bûye û got: “Li bajarokê Ebû Xeşeb ê Dêrazorê 10 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.“

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku şaneyeke girêdayî DAÎŞ`ê girtîne û gelek cebilxaneyên bi wan re desteser kirine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku bi êrîşên dewleta Tirk re liv û tevgera rêxistinên terorîst û şaneyên girêdayî DAÎŞ'ê zêde bûne. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku îro, Duşemê 28`ê Mijdarê 10 çeteyên girêdayî DAÎŞ’ê li bajarokê Ebû Xeşeb û gundewarê wê hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi domdarî wiha got: “Hêzên me piştî tevgera şaneyekê ku têkiliyên wan bi êrîşên terorîst ên çekdar re hene, şopand û piştre di operasyoneke serkeftî de endamên wan girtin û cebilxaneya bi wan re desteser kirin.

Cebilxane wiha ye:

2 Guleyên RPK

18 keleşkof

45 jarjor

2 Teqemenî

4 Narincok

5 Tivingên nêçîrê

6 Kepsûlên narincokan

Hêzên me lêpirsînê bi endamên şaneyê re dewam dike û dê piştre ji Desteya Dozgeriya Giştî re veguhazîne. He wiha hêzên me dê xebatên xwe ji bo şopandina şaneyên terorîst berdewam bike ku tevgera wan di vê dawiyê de hemwextî êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêdetir bûye. Dewleta Tirk ji piştigiriya van rêxistinan armanc dike tevlêheviyê li herêmê derxe û ewlehiya gel û herêmên me têk bibe.”