Bîlançoya 10 rojan ên êrîşên li ser Rojava

Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser Rojava de, di nava 10 rojan de dibistanek, navendeke tendirustiyê, 2 nexweşxane bombe kir. Di van êrîşan de 13 kesên sivîl û 20 şervan şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker di 19’ê Mijdarê de bi şev bi balefirên şer li herêmên Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanê û Şehbayê da. Ev êrîş 10 roj in didome û li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûne.

Dewleta Tirk a dagirker bi balefir şer û balefirên keşfê, droneyên bi çek û bi çekên giran li herêmê dide. Di van êrîşan de 13 kesên sivîl, 19 şervan şehîd bûn, 7 şervan û 3 jê zarok 14 kesên sivîl jî birîndar bûn. Di heman demê de endamekî Hêzên Ewlekariya Navxweyî şehîd bû û 2 jê jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk bombeya fosforê avêt Şeraya Efrînê, li gundê Koranê yê Kobanê dibistanek, li Qeremoxê navendeke tendirustiyê û li 2 nexweşxaneyan da. 235 dibistan hatin girtin, navber dan 251 dibistanana. 21 hezar û 843 xwendekar ji perwerdehiyê mehrûm man.