Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava berdewam dike

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser gund û cihê sivîlan berdewam dike.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike.

Dewleta Tirk li gorî saeta herêmî nêzê saet 17.00’an, gundên Hemîdiyê û Şêx Fatmê yên rojhilatê Zirganê, bi awayek dijwarî bombebaran kir.

Êrîşên ku di nava rojê de pêkhatine, wiha ne:

Dewleta Tirk gundê Bênê yê Şêrawa bombebaran kir.

Gundên Zormixar û Çarqilî yên rojavayê Kobanê û gundê Koran ê rojhilatê wê jî, bi obusan bombebaran kir.

Dewleta Tirk navenda tenduristiyê ya li gundê Qeremox ê 18 kîlometre dikeve rojhilatê Kobanê jî bombebaran kir. Di êrîşê de zirarên mezin, çêbûn.

Dewleta Tirk li êrîşên xwe yên li navçeya Şera ya Kantona Efrînê jî dewam dike. Di vê çarçoveyê de, tesîsa xwarinê ya Feysel û barageha hêzên Rûs a nêzê gundê Kiştarê jî bi çekên giran bombebaran kir. Dewleta Tirk a dagirker gundê Gozelî yê başûrêrojhilatê Til Temirê jî bi çekên giran bombebaran dike.

LI EFRÎNÊ QIRKIRINA XWEZAYÊ

Çeteyên Sûltan Mûrad ê girêdayî dewleta Tirk, li navçeya Şera ya Kantona Efrînê bi sedan dar birîn.

Çeteyên Sûltan Mûrad ê bi pêşengiya Ebû Xazî Xirad, li gundên Sînka, Ereb Wêran û Meydankê yên Şerayê, li qadên daristanî bi sedan dar birîn.

Hat destnîşankirin ku çete hin daran dibin baragehan û hinekan jî ji bo firotinê dişînin Tirkiyeyê.

BÎLANÇOYA 24 SAETÊN DAWÎ YA ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ

Dewleta Tirk a dagirker, di nava 24 saetên dawî de bi 277 tank, obus û doçkayan êrîş bir ser gund û navçeyên Kantonên Efrîn û Şehbayê.

Cihên êrîş li ser pêkhatî evin:

“Şera: Gundên Tatmeraş û Merenaz.

Şêrawa: Gundên Meyasê, Şewarxa, rêya Kiştear-Bênê, Hirşê Soxanekê, Soxanekê, Bênê û Aqîbê.

Kantona Şehbayê: Şêx Îsa, Seed El Şehba, Radar, Minix Havaalani, Bêlûniyê û Til Rifet.”

Li gel bombebarandinê, di heman demê de tevgera balafirên şer û keşfê jî li herêmê dewam dike.