ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk bi balafiran bombe li Til Koçerê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer 4 caran bombe li gundê Alîxayê yê navçeya Til Koçerê barand. Tê gotin, ku ji ber êrîşê gelek kes birîndar bûne. -
Bombardûmana dagirkeran a li ser Rojava bênavber dewam dike -NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker di nava 24 saetên dawî de herî kêm hezar û 300 top avêt bi dehan gundên herêma Efrînê. Serê sibehê careke din êrîş bir ser Şehba, Til Rifet, Qamişlo û Kobanê. -
Mîralayekî Îranê li nêzî Şamê hate kuştin
Hate ragihandin di teqîneke nêzî Şamê de mîralayekî Îranê hatiye kuştin. -
Nivîskar Zaza: Medya Ereb êrîşên dagirkeriyê ji nedîtî ve tê
Rojnamevan û nivîskarê Kurd Hasan Zaza diyar kir ku medya Ereb êrîşkariya dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî ji nedîtî ve tê. -
QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn ên êrîşan par ve kir
QSD’ê bîlançoya 24 saetên ên êrîşên ku dewleta Tirk biriye ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê par ve kir. -
'Gelê me wê bi şerê gel ê şoreşgerî van êrîşan têk bibe'
Hevserokê Navenda Girê Spî yê PYD'ê Sebrî Nebo bi bîr xist ku DAÎŞ bi şerê gel ê şoreşgerî hate têkbirin û got, li dijî dewleta Tirk jî wê bi ser bikevin. -
Bîlançoya sê rojan a êrîşên dewleta Tirk: Bombeya fosforê jî hat bikaranîn
Di encama êrîşên bi sê rojan ên dewleta Tirk ên berpêyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, 13 sivîl û 8 şervan şehîd bûn. Dewleta Tirk, bombeya fosforê avêt Şerayê û li Kobanê dibistanek bombe kir. -
Li Şehbayê 2 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan
Di bomberdûmana dewleta Tirk a li dijî balafirgeha Minix a Şehbayê de 2 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn. -
Ciwanan li Hesekê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin
Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi meşekê êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin. -
Gundên Zirganê tên bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker gundên Esediyê, Bobî, Dadilewda Xidrawî û Mieşwa yên Zirganê ji erdê ve dide ber bombeyan. -
Li Şera bombeya fosforê hat bikaranîn
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Tatmereş ê navçeya Şera bombeya fosforê bi kar anî. -
Navenda Kobanê bi balafirên şer tê bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker, hem bi balafirên şer hem jî bi çekên giran êrîşê navenda Kobanê dike. -
Gelê Rojava li dijî êrîşên qirkirinê meşiyan
Ji Hesekê heta Reqayê, ji Qamişlo heta Kobanê, gelê li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin û peyama “Em bi QSD’ê re ne” dan. -
Du şervanên şehîd ên YAT’ê hatin eşkerekirin
QSD’ê nasnameyên du endamên YAT’ê yên bi bombebarankirina baregeha hevpar a YAT’ê û Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê Hesekê ji aliyê dewleta Tirk ve, şehîd bûn, eşkere kirin. -
Dewleta Tirk a dagirker qadeke din a petrolê da ber bombeyan
Dewleta Tirk a dagirker, qadeke petrolê ya din a li rojhilatê Tirbespiyê da ber bombeyan. -
Serdana konê sersaxiyê yê Şehîd Xalid Oso hat kirin
Hesekêyiyan serdana konê sersaxiyê yê Xalid Zewba Oso yê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin, kir. -
Dewleta Tirk li Kobanê li dibistanekê da - HATE NÛKIRIN
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker navenda tenduristiyê ya li Kobanê bombe kir, vê carê dibistanek kir hedef. -
Êrîşên dagirkeriyê li tevahiya Rojava belav bûn
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe mezintir dibe. Gelek herêm bi hemwext tên bombekirin. -
Xelkê Teqil Beqil li dijî dewleta Tirk banga mezinkirina berxwedanê kir
Xelkê gundê Teqil Beqil li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabû û ji bo "mezinkirina berxwedanê" bang kir. -
Bi droneyan 3 caran bombe li gundekî Til Temirê hate barandin
Hate ragihandin ku balafirên bêmirov ên bombebarkirî yên dewleta Tirk a dagirker 3 caran bombe li gundê Ewca yê Til Temirê barandine. -
Dewleta Tirk bombeyan li cih û warê sivîlan dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombardûmana li ser cih û warê sivîlan, bombardûmana li ser nexweşxane û qadên petrolê dewam dike. -
Dewleta Tirk a dagirker bombe li balafirgehê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li Balafirgeha Minixê ya li Kantona Şehbayê û gelek gundên Şerayê barand. -
QSD: Îdîayên dewleta Tirk rast nînin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî îdîayên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da û diyar kir, îdîayên ku dibêjin 184 şervan şehîd bûne nerast in. -
Dewleta Tirk li baregeha YAT û Koalîsyona Navneteweyî da
Dewleta Tirk a dagirker li baregeha hevpar a YAT û Koalîsyona Navneteweyî ya li bakurê Hesekê da. Di êrîşê de 2 endamên YAT’ê şehîd bûn, 3 jê jî birîndar bûn. -
Koma Çep a Konseya Ewropayê: Em bi gelê Rojava re ne
Koma Çep a Konseya Ewropayê nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê da û got, "Sala 2014'an em bi gelê Kobanê re bûn, niha jî em pê re ne."