Buroya Edaletê ya Rêveberiya Xweser: Dibe ku DAÎŞ li Qamişloyê êrîşekê bike
Buroya Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da ku çeteyên DAÎŞ’ê hewl didin êrîşî Navenda Edaletê ya li Qamişloyê bikin.
Buroya Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hişyarî da ku çeteyên DAÎŞ’ê hewl didin êrîşî Navenda Edaletê ya li Qamişloyê bikin.
Buroya Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyetê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Hat diyarkirin ku yek ji armancên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, peydakirina zemîneke guncaw e da ku DAÎŞ ku êrişan pêk bîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gel êrişên Tirkiyeyê, agahî hatiye bidestxistin ku şaneyên DAIŞ'ê amadekariyan dikin ku êrîşî Buroya Edaletê ya Elaya ya li Qamişloyê bikin.
Hat gotin ku li hemberî êrişên dibe ku pêk were, bi hêzên Ewlekariya Hundirîn re xebatên hevbeş tên kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li ser girtîgehên ku çeteyên DAIŞ`ê tê de ne, metirsî hene û divê welatên têkildarî pirsgirêka Sûriyeyê li hemberî vê xeteriyê helwestên cidî nîşan bidin.
Navenda Elaya girtîgehek e gelek çeteyên DAÎŞ’ê tê de girtî ne.