Xelkê Girê Spiyê êrîşên dagirgeriyê li ber baregeha Rûsyayê protesto kirin

Xelkê Girê Spiyê li ber baregeha Rûsyayê ya li gundê El Tirwaziyê bi çalakiyeke protestoyî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser herêmê protesto kirin.

Şêniyên gundê El Tirwaziyê yê navçeya Silokê ya rojavayê Kantona Girê Spî ber bi baregeha Rûsyayê ya li başûrê gund ve meşiyan. Girseyê, pankartên li ser “Êdî bes e rijandina xwînê”, “Êdî bes e dagirkirina Girê Spî”, “Na ji dagirkeriya Tirk re”, “Em ji hêzên navneteweyî dixwazin Erdogan û çeteyên wî ji herêmên me derxin û rê li pêşiya sûcên şer bigirin“ hildan.

Xwepêşandêran dirûşmên “Erdogan kujer e”, “Bijî QSD”, “Bimire Erdogan” û “Bimire Erdoganê kujerê zarokan” berz kirin.

Şêniyan li ber baregehê çalakiyeke prostestoyî li dar xist. Ezîz El Salim li ser navê şêniyên gundê El Tirwaziyê axivî û êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin ku di encama wê de sivîl şehîd bûn.

El Salim, rexne li Rûsyayê kir ku li ber çavên wê dewleta Tirk a dagirker sivîlan dide ber topan lê bêdeng e û got: “Divê ew girêdayê lihevkirina Soçiyê be ku 22`yê Cotmeha 2019`an îmze kiriye û li gorî wê li seranserî enîyên şer bi dewleta Tirk a dagirker re, hêzên xwe belav kirin. Qaşo ji bo agirbestê û welatiyan biparêze.” 

El salim bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku zextê li dewleta Tirk bike ku êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinîne.