Êrîşên çeteyan ên bi ser Til Temirê hat pûçkirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwestin bikevin nav Til Temirê, rastî berxwedana şervanên QSD’ê hatin û êrîş hate pûçkirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hewil dan ku bikevin nav gundê Dibis ê li rojavayê Til Temirê. Çeteyên ku êrîş kirin rastî berxwedana şervanên QSD’ê hatin û êrîş hat pûçkirin. Di encama bersiva xurt a QSD’ê de 2 çete birîndar bûn.

Dagirkeran, gundê Um El Kêf Til Temirê, gundên Bênê, Soxanekê û Meyase yên navçeya Şêrawa ya Efrînê dan ber bombeyan. Di êrîşa bi ser gundê Soxanekê hat kirin de hat diyarkirin ku 2 kes birîndar bûne.

Li aliyê din jî dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Îbrahîm Kurdo yê rojavayê Girê Spî topbaran dike,

Li herêmê tevgera hewayî ya dagirkeran dewam dike.