BI DÎMEN

Li Den Haag û Draguignan’ê damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin

Ciwanên Kurd ên li Draguignan a Fransayê, tecrîda Îmraliyê û derbeya qeyûm protesto kirin, salvegera damezrandina PKK’ê silav kirin. Salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê li bajarê Den Haag ê Hollandayê hate pîrozkirin.

Bi pêşengiya endamên Ciwanên Kurdistanî yên Fransa (CKF) tecrîda Îmraliyê û derbeyên qeyûm hatin protestokirin û salvegera damezrandina PKK’ê hate silavkirin.

Di meşê de posterên Rêber Apo hatin hildan. Li ser navê Meclîsa Gel a Draguignan’ê Erhan Kop diyar kir ku yên qeyûman tayîn dikin, mehkûmî têkçûnê ne û got, “Heta Rêber Apo bi fîzîkî azad dibe, em ê li qadan dengê xwe bilind bikin.”

Bi berzkirina dirûşmeyan çalakvan ji Gare SNCF Saint Raphael heta navendê meşiyan.

DEN HAAG

Salvegera 46’an a damezrandina PKK’ê li bajarê Den Haat ê Hollandayê hate pîrozkirin.

Gelek Kurdistanî beşdarî şahiyê bûn û di saetên pêş ên şevê de, coş zêde bû.

Çalakî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan, bi dawî bû.