Xelkê Til Hemîsê dewleta Tirk a dagirker, protesto kir

Xelkê Til Hemîsê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşiyan.

Di çarçoveya bertekên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê de, bi sedan şêniyên Til Hemîsê ya Qamişloyê, endamên saziyên sivîl ên bajarokên Til Ehmed, Ebû Cirn, Ukaz û Ceza, kesayetên siyasî, rûspiyên eşîran xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşanda ji pêş avahiya Meclîsa navçeya Til Hemîsê destpê kir.

Li Çerxerêya Şehîdan a li bakurê navçeyê, xwepêşandan vegerî mîtîngê. Li wir endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Fatme Ehmed axivî û wiha got: "Em ê bi canê xwe li hember balafir û tankên we bisekinin û em ê xaka xwe biparêzin."

Li aliyekî din jî, serokê Meclîsa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Til Hemîsê Mihemed El Deham wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker mîna plan kiriye nekarî vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Lewma welatî, binesazî û avahiyên xizmetguzariyê hedef digire. Çiqas êrîş tund bin, em teslîm nabin."

Her wiha endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Til Hemîsê Etaallah El Sebi soz da ku ew ê tola şehîdan hilînin û heta serkeftinê li ser şopa wan bin û wê piştgiriyê bidin QSD′ê.

Endamê rêveber ê Akamdemiyên Civaka Demokratîk a Til Temîsê Ebduselam El Casim jî wiha got: "Planên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, wê bi saya hişyarbûna şêniyan li ser van planan têk biçin."