Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştar bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê meşeke girseyî hate lidarxistin.
Li Wargeha Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştar bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê meşeke girseyî hate lidarxistin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê, meşekî girseyî hate lidarxistin.
Meşa girseyî bi tevlîbûna xwendekar û şêniyên wargehê li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir. Di meşa ku pankartên bi nivîsa “Li Dijî Hemû Tundûtujî, Dagirkerî û Desthilatdarî Jin Jiyan Azadî’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî’ û postarên xwişkên Mirabel û jinên pêşêng ên têkoşîna azadiyê hatin bilindkirin de, bênavber dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.
Piştî ku meş gihişt ber deriyê avahiya Neteweyên Yekbûyî, ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser giringî û wateya 25’ê Mijdarê Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen axivî.
Fatma Bîlen, di destpêka axaftina xwe de pêşengên têkoşîna azadiya jinê bi bîr anî û wiha axivî: “Roja 25’ê Mijdarê mîrateya têkoşîna Xwişkên Mirabel e. Li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinên Kurd şoreşek pêk tê û bi hezaran jin di vê oxirê de canê xwe didin. Em wek jin îro bi saya pêşengên xwe dibêjin ‘Jin hene û wê hebin’. Em ê wek jin xwedî li mafên xwe derdikevin. Îro hemû jinên cîhanê bi pêşengtiya jinên Kurd bi dûrişmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî tecrîd, destdirêjî û hemû êrîşan li her qadê li ber xwe didin.”
Fatma Bîlen, da zanîn ku ew ê bi dûrişmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bigihîjin serkeftinê û got: “Em wek jinên Kurd xwedî Rêber Apo derbikevin û bi pêşengtiya dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bigihîjin serkeftinê. Em bang hemû jinên Kurd û cîhanê dikin ku li dijî hemû êrîşan bi fikir û felsefeya Rêber Apo têbikoşîn û azadiya xwe bidestbixin. Emê bi rêxistinbûna xwe têkoşîna li dijî tundiyê mezintir bikin û li her qadê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ biqîrin.”
Meş bi dirûşmên “Jin jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.